02:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Norbert Röttgen

    Siyasetmedarê alman: "Heke Tirkiye bi Rûsyayê re li hev bike ji bo rojava dibe felaket"

    © AFP 2018/ MAURIZIO GAMBARINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku kontrola bajarê Helebê kete destê hêzên artêşa Sûriyeyê, metirsiyên hikûmeta Almanyayê yên ku Tirkiye di mijara Sûriyeyê de bi Rûsyayê re lihev kir zêde dibin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, berdevkên polîtîkaya derve yên Almanyayê di mijara Sûriyeyê de lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ji bo devletên rojavayî pêşveçûneke gelekî bi metirsîdar hat dîtin. Sedema vê jî ev e ku di teslîmkirina rojhilatê Helebê de muxalifên ku Amerîka qanih nekirin Tirkiye qanih kirine.

    Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve yên Meclisa Federal a Almanyayê Nornert Rottgen di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagê de got: "Di mijara Sûriyeyê de lihevkirina Tirkiye bi Rûsyayê re pêşveçûnek metirsîdar e û ev ji bo dewletên rojavayî dê bibe felaketeke dîplomatîkî."

    Rottgen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êdî Serokê Sûriyeyê ne aktorekî ku nikaribe biryaran bide, Rûsya û Îran navbeynkariyê dikin. Bi Esad re aştî nabe."

    BI ESAD RE HEVKARÎ NABE

    Berdevkê polîtîkaya derve yê Partiya Demokrat a Civakî ku di heman demê de şirîkê hikûmetê ye Niels Annen jî got: "Rûsya li hemberî ku Tirkiye piştgiriya xwe ya muxalifan sûriyeyî bibire wê li bakurê Sûriyeyê hebûna wê qebûl bike da. Di dema dirêj de li Sûriyeyê tu pêşeroja Esad tuneye. Digel vê jî divê em li gorî ku serkeftina Helebê rejima Şamê bihêz kir tevbigerin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: "Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir"
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    Çavuşoglu: "Rûsya rasterast nabêje Sûriye nekiriye, dibêje NHBê wê tunene"
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
    Etîketan:
    Partiya Demokrat a Civakî, Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve yên Meclisa Federal a Almanyayê, berdevkên polîtîkaya derve yên Almanyayê, Niels Annen, Nornert Rottgen, Sûriye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de