10:17 22 Sibat 2018
Zindî
    Êrişa Amerîkayê

    Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar

    © Foto: © REUTERS/ Mike Blake
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

    Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. Ofîsa çapemenî ya polêsên Chicagoyê derheqê bûyerên dawiya hefteyê ku ji roja înê hetanî êvara yekşemê li bajêr qewimîn daxuyaniyek belav kir.

    Li gorî daxuyaniyê, di bûyerên êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de li bajarê Chicagoyê 9 kes hatin kuştin, zarokên 9 û 15 salî jî di nav de 26 kes jî birîndar bûn. Yek ji êrişa çekdarî li maleke herêma Fernwood a başûrê bajêr pêk hat. Polêsên ku piştî bûyerê çûnê herêmê rastî cenazeye 2 jin û 2 mêran hat. derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

    ​Yek ji bûyerên din jî li otobusa kêfê ya ku ciwan eleqeyeke mezin nîşan didin pêk hat. Li herêma Lake Shore Drive di otobusa ku diçû de di navbera rêwiyên wê de gengeşî derket, piştî gengeşiyê 3 kes bi çekan hatin birîndarkirin. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan. Li bajarê Chicagoyê îsal di şer û pevçûnên çekdarî de 701 kes hat kuştin û nêzî 4 hezar û 50 kesî jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Duterte Amerîkayê tehdîd kir
    Çînê dest danî ser keştiyeke bêmirov a Amerîkayê
    Amerîkayê xelata ser Bexdadî ji 10 milyon dolaran kir 25 milyon dolar
    Amerîkayê li Mûsilê "bi şaşî" li leşkerên iraqî xist: 90 mirî
    Îranê bersiva biryara mueyideyan a Amerîkayê da
    Etîketan:
    9 kuştî û 26 birîndar, Êrişên çekdarî yên li bajarê Chicagoyê, Chicago, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de