15:51 20 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Barack Obama di Konferansa Qesra Spî ya dawiya salê

Obama: Xwe ji kavilbûna Sûriyê berpirsiyar dibînim

© REUTERS / Carlos Barria
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Barack Obama di Konferansa Qesra Spî ya dawiya salê de gotarek pêşkeş kir ku tê de li ser Sûriyê got, ‘Ji kavilbûna Sûriyê ez hinekî xwe berpirsiyar dibînim.’

Serokê Amerîkayê ku 20 meha Rêbandan a 2017an erka xwe radestî serokê hilbijartî yê Amerîkayê dike di konferansa salane de li ser gelek babetan daxuyanî dan.

Obama li ser pirsên krîza Sûriyê diyar kir ku ew hewil didin bi gavên rast krîza Sûriyê çareser bikin û heta niha jî di nav wan hewildanan de ne.

'AMERÎKAYÊ JI BO SÛRIYÊ GAVÊN RAST AVÊTIN'

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku dê Amerîka ji niha û şûn de jî ji nêz ve bi rewşa Sûriyêre mijuliyê bike û li ser pirsa rojnamevanekî ya berpirsiya li ser xerabûna rewşa Sûriyê got, ‘Belê ez hinekî li ser kavilbûna Sûriyê xwe berpirsiyar dibînim. Lê dîsa jî gavên me avêtine gavên herî rast bûn.'

OBAMA DÎSA RÛSYA KIR HEDEF

Obama li ser îdiayên hack kirina DNCyê Rûsya kir hedef û wiha axivî: "Heger hûn hinek tiştan li ser me bikin em ê jî heman tiştî bikin. Dê hinek bi awayekî vekirî û bi metodên têne zanîn bin, dê hinek jî hewce bike dê bi veşarî ku hin kes ji wan fêm nekin bin."

'REAGAN, TRUMP BIBIHÎSTA DÊ DI GORA XWE DE BIZÎVIRIYA'

Obama li ser pirsa rojnamevanan a li ser hilbijartina Donald Trump ji bo seroktiya Amerîkayê jî got, ‘Heger Ronald Reagan (Serokê Komariyê Amerîkayê yê berê) bihistibûna ku ew qas kes piştevaniya Trump dikin, dê di nav gora xwe de bizîviriya.'

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîkayê xelata ser Bexdadî ji 10 milyon dolaran kir 25 milyon dolar
Çînê dest danî ser keştiyeke bêmirov a Amerîkayê
Kerry: Nikarim îdiayên mudaxeleya Pûtîn li ser hilbijartinên Amerîkayê piştrast bikim
Etîketan:
Trump, Rûsya, Amerîka, Konferansa Qesra Spî ya Dawiya Salê, Barack Obama, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de