22:36 17 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn - François Hollande

    Fransa: "Hê em negihîştine asta mueyîdeyên ser Rûsyayê"

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokomarê Fransayê François Hollande ragihand ku ji ber rola Rûsyayê ya li Sûriyeyê hilgirtiye dibe mueyîde werin sepandin, lê niha em negihîştine vê astê.

    Serokomarê Fransayê François Hollande li paytextê Belçîkayê li Brûkselê tevlî zîrweya serokên dewletê endam ê Yekîtiya Ewropayê bû û derheqê Rûsyayê de daxuyaniyek da çapemeniya frensî.

    Hollande di daxuyaniya xwe de got: "Ji ber rola şer û pevçûnan a Rûsyayê li Sûriyeyê dibe sepandina mueyîdeyan nirxandin û dibe ev di nava bijartekan de be jî, lê niha em negihîştine vê astê."

    Serokomar Hollande di berdewamiya axaftina xwe de got: "Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Fransa wê mijara Helebê binirxîne û ez bawer nakim Rûsya biryara mijara însanî ya li Sûriyeyê asteng bike."

    Bi heman mijarî:

    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Fransa: Em ji diyaloga di navbera Tirkiya û Rûsyayê kêfxweşin
    Fransa: Divê êdî têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê asayî bibe
    Fransa: ‘Dibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de şer derkeve'
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Etîketan:
    Zîrweya Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Serokomarê Fransayê, François Hollande, Brûksel, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de