13:11 24 Gulan 2018
    Benyamin Netanyahu û Nursultan Nazarbayev

    Netanyahu bersiv da Îranê: "Em piling in"

    © REUTERS / Mukhtar Kholdorbekov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu bersiv da serokê olî yê Îranê Xemaney û got: "Em ne kîvroşk, piling in. Heke hûn me tehdîd bikin, hûnê xwe bavêjê talûkê."

    Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Kazakistanê de bersiv da tweeta serokê olî yê Îranê Elî Xemaney ku gotibû ‘wekî ku min berê jî gotibû, heke misilman û filistînî bi hev re şer bikira dê rejima siyonîst ev 25 sala nebûna."

    EZ BAWER DIKIM ÎRAN DIXWAZE ÎSRAÎLÊ TUNE BIKE

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bersiv da rêberê Îranê û got: "Em ne kîvroş, bizanin ku em piling in. Heke hûn me tehdîd bikin dê ji bo we ne baş be û hûnê xwe bavêjin talûkê."

    Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke Îran polîtîkaya xwe ya Îsraîlê biguherîne em jî dê heman bersivê bidin." Netanyahu li hemberî pirsa Serokê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ku ‘ bi rastî hûn bawer dikin ku Îran dixwaze îsraîlê ji holê rake' bersivand û got: "Belê ez bawer dikim."

    Ji xeyrî Xemaney, Wezîrê Parastin ê Îranê Huseyin Dehkan jî di axaftina xwe ya destpêka hefteyê de gotibû: "Heke Serokê Amerîka yê nû Donald Trump li Rojhilata Navîn şer bide destpêkirin, ev dê bibe sedema tunekirina Îsraîlê."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: "Kes bi şaşî jî naxwaze di navbera Rûsya û Îsraîlê de qezayek biqewime"
    Netanyahu ji Pûtîn alîkarî xwest
    Trump û Netanyahu dê hevdîtin pêk bînin
    Abbas: "Ez amade me li Moskovayê bi Netanyahu re hevdîtinê bikim"
    Netanyahu bangî Abbas kir: "Were di parlamentoyê de biaxive"
    Etîketan:
    Rêberê olî yê Îranê, Serokê Dewleta Kazakistanê, Serokwezîrê Îsraîlê, Huseyin Dehkan, Elî Xemaney, Nursultan Nazarbayev, Benjamin Netanyahu, Îran, Îsraîl, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de