23:32 21 Gulan 2018
    Ala Yekîtiya Ewropayê

    Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo zîrweya krîtîk dicivin

    © REUTERS / Paul Hackett
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokên hikûmet û dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo zîrweya dawiya salê li paytextê Belçikayê li Brûkselê dicivin.

    Serokên hikûmet û dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo zîrweya dawiya salê li paytextê Belçikayê li Brûkselê dicivin. Di rojeva serokan de sepandina peymana penaber a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE), ewlehî, Peymana Şirîkatî ya Ûkrayna û YEyê, Rûsya, Sûriye û Brexit heye.

    EM DI QADA MAYÎNÎ DE DIMEŞIN

    Berpirsekî paye bilind ê Yekîtiya Ewropayê di şîroveya xwe de got: "Em di qada mayînî de dimeşin. Di rojevê de gelek mijarên ku berovajî herin hene."

    BREXIT Û RÛSYA MIJARA ZÎRWEYÊ YA HERÎ GIRÎNG E

    Li gorî peşbîniyan serokên YEyê ji ber krîza Ûkraynayê sepandina mueyîdeyên Rûsyayê wê 6 mehên din dirêj bike, lê ji ber bûyerên Helebê bendewariya tu sepandina mueyîdeyên nû tuneye.

    Lê, li gorî nûçeya ajansa AFPê ku metnê civînê bidest xistiye, serokên ewropî wê rejima Sûriyeyê, hevalbendên wê û Rûsyayê bi tundî şermezar bikin û ji bo Helebê dê banga alîkariya însanî bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokên DYA û YEyê xwestin ku ji bo hevalbendên Esad mueyide bên lidarxistin
    YEyê 'lîsteya reş' ji bo balafirgehan amade dike
    Komisyona YEyê: Hevdîtina me bi parlementerên HDPê yên xwestî re sûdmend e
    YEyê Rapora Pêşketinê ya Tirkiyê aşkere kir
    Artêşa YEyê li Brûkselê dibe cîranê NATOyê
    Etîketan:
    Zîrweya Serokên Ewropayê, Serokên hikûmet û dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê, Brûksel, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de