02:56 26 Gulan 2018
Çekdarên FARCê

FARCê fermandarên ku peymana aştiyê qebûl nekiribûn îxraç kirin

© AFP 2018 / JOAQUIN SARMIENTO
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) 5 fermandarên ku li dijî peymana aştî ya bi hikûmeta Kolombiyayê re derketin îxraç kirin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 5 fermandarên ku di lijneya rêvebiriyê de cih digirtin Gentil Duarte, Euclides Mora, John Cuarenta, Giovanny Chuspas û Julian Chollo ji bo ku tevlîbûna pêvajoya aştiyê red kirin hatin îxraçkirin û têkiliya wan bi rêxistinê re hate birîn.

GRÛBEKE KU DIXWAZE ÎNTÎXAR BIKE

FARCê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku divê endamên me nekevin rêyeke ku pêşeroja wê tunebe. Divê rêya aştiyê, nebe qurbana kesên ku bêberpirsyar û hesreta aştî ya gel piştguh dikin û bi hêrsa şexsî tevdigerin bibe. Ev grûbeke ku dixwaze întîxar bike ye.

Li gorî pêşbîniyan fermandarên ku ji rêxistinê hatin îxraçkirin bi grûbek milîtan re ji baregehê veqetiyan û niha windayî ne.

Bi heman mijarî:

Hikumeta Kolombiyayê peymana bi FARCê re heta dawiya salê dirêj kir
Fermandarê FARCê: Em ji pêvajoya aştiyê bi endîşe ne
Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
Hikumeta Kolombiyayê û FARCê peymana aşitiyê îmze kirin
Dewleta Kolombiyayê bi rêxistina FARCê re hevdîtinên aştiyê dike
Etîketan:
FARCê grûbek fermandar îxraç kir, Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC), John Cuarenta, Euclides Mora, Gentil Duarte, Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de