10:16 20 Çile 2018
Zindî
    Barak Obama û Şah Selman

    Amerîka ji ber Yemenê çekên Siûdî kêm dike

    © REUTERS/ Jim Bourg
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Amerîkayê ji ber kuştinên sivîl ên Yemenê çekên ku difiroşe Erebîstana Siûdî kêm dike.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî, berpirsekî ji Wezareta Parastin a Amerîkayê ragihand ku êdî Amerîka wê moşekên ajotî yên hesas nefiroşe Erebistana Siûdî. Qesra Spî ji ber êrişên hewayî yên mirinên sivîl ên Yemenê bi endîşe ye.

    Li Yemenê di meha cotmehê de ji ber êrişeke hewayî ya li dijî merasîma cenazeyekî de zêdetirî 140 kesî hatibû kuştin. Ji ber êrişa hewayî koalîsyona di pêşengiya Erebistana Siûdî de hatibû sûcdarkirin.

    Piştî vê bûyera êrişa hewayî berdevkê Konseya Ewlehî û Neteweyî yê Qesra Spî Ned Price Erebistana Siûdî hişyar kiribû û gotibû: "Hevkariya Amerîka û Erebistana Siûdî ya ewlehî nayê wateya ku dikare her tiştî bike."

    Hikûmeta Amerîkayê wê firotina çekan a Erebistana Siûdî kêm bike, lê di mijara ewlehiya sînor de wê piştgiriya xwe ya îstîxbaratî berdewam bike. Herwiha li gorî daxuyaniya berpirsê Pentagonê, Amerîka ji bo pêşîgirtina kuştinên sivîl ên êrişên hewayî dê pîlot werin perwerdekirin.

    Li Yemenê ji sala 2014an ku şer destpê kiriye û heta niha bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan û nêzî 3 milyon însan jî cih û warên xwe terikandin.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Me terorîstên DAIŞê ku amadekariya êrişê dikirin desteser kir
    ‘DYA û Siûdî dixwazin eniyeke sûnî li Sûriyê ava bikin'
    Siûdî: "Moşeka ku husiyan avête Mekkeyê hat îmhakirin"
    Siûdî: "Bi balafirên xwe yên Încîrlîkê em dikarin tevlî operasyona Reqqayê bibin"
    Agir bi şîrketa neftê ya Siûdî ya bi navê Aramcoyê ket: 2 mirî, 16 birîndar
    Etîketan:
    Amerîka çekên Erebistana Siûdî kêm dike, berdevkê Konseya Ewlehî û Neteweyî yê Qesra Spî, Wezareta Parastin a Amerîkayê, Ned Price, Erebistana Siûdî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de