13:07 22 Çile 2018
Zindî
    Yahoo

    Agahiyên milyarek kesên bikarhênerên Yahooyê hatin dizîn

    © REUTERS/ Dado Ruvic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji şirketa herî mezin a teknolojî ya Amerîkayê Yahooyê ragihand ku di sala 2013an de agahiyên milyarek kesên bikarhêner ji terefê korsanên compiyoturê ve hat dizîn.

    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden
    © REUTERS/ Mark Blinch
    Yek ji şirketa herî mezin a teknolojî ya Amerîkayê Yahooyê ragihand ku di sala 2013an de agahiyên milyarek kesên bikarhêner ji terefê korsanên compiyoturê ku dewletê piştgiriya wan dikir ve hat dizîn.

    Şirketa Yahooyê ku navenda wê li Kalîforniyayê ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2013an de ji ber êrişeke sîberî agahiyên nêzî milyarek kesên ku bikarhêner bûn hatin dizîn. Di nava agahiyên ku hatine dizîn de agahiyên veşartî yên kirîgeran, navnîşanên e posta, reqemên telefonan, dîroka zayendî û qeydiyên serastkirina hisaban jî hene. Lê agahiyên fînansî yên bikarhêneran zirar nediye.

    HISEYÊN BORSAYÊ KETIN

    Li gorî daxuyaniyê, êrişa sîberî ya sala 2013an ji terefê korsanên ku dewletê piştgiriya wan dikir ve hatiye kirin.

    Yahoo, di meha îlona borî de jî ragihandibû ku di sala 2014an de agahiyên 500 hezar bikarhênerên wê hatiye dizîn. Piştî daxuyaniya êrişa sîberî ya Yahooyê hiseyên wê yên borsayê ji sedî 2.7 qîmet winda kir.

    Bi heman mijarî:

    Agahiyên 500 milyon bikarhênerên Yahooyê hatin dizîn
    Amerîka: "Îran, bi çêkirina keştiya enerjiya nûkleerî peymanê îhlal nake"
    Amerîka: Agirbest hebe em pê kêfxweş dibin
    Lavrov: 'Amerîka bo revebiriya Esed hilweşîne El Nusrayê diparêze'
    Amerîka 200 leşkerên din dişîne Sûriyeyê
    Etîketan:
    Agahiyên bikarhênerên Yahooyê hatin dizîn, şirketa herî mezin a teknolojî ya Amerîkayê Yahoo, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de