16:24 27 Gulan 2018
Donald Trump

Trump, bi rêvebirên teknolojî yên Amerîkayê re civiya

© REUTERS / Lucas Jackson/Arşiv
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump bi rêvebirên (CEO) şirketên teknolojî yên Amerîkayê re civiya. Trump soz da rêvebiran ku wê peymana bazirganî ya navneteweyî bi pêş bixin û hêsan bikin.

Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump bi rêvebirên (CEO) şirketên teknolojî yên Amerîkayê re civiya. Trump soz da rêvebirên şirketên amerîkî yên teknolojiye ku wê peymana bazirganî ya navneteweyî bi pêş bixin û hêsan bikin.

Donald Trump li ofîsa xwe ya li New yorkê di civînê de got: "Emê têkiliyên navbera Qada Silîkon a li eyaleta Kalîforniya yê ku wekî navenda teknolojî ya Amerîkayê tê qebûlkirin û Qesra Spî baştir bikin û bi pêş bixin."

Trump di berdewamiya axaftina xwe de helwesta şirketên teknolojiyê rexne kir û got: "Di dema kampanyeya hilbijartinê de we berhemên xwe îxracî derveyê Amerîkayê kir. Lê emê ji bo we peymanên bazirganî yên navneteweyî bi pêş bixin û ji bo şirketên teknolojî yên Amerîkayê hêsantir bikin."

Di civînê de ji xeyrî Elon Musk, CEOyê Apple Tim Cook, CEOyê Microsoftê Satya Nadella, CEOyê şirketa Amazona e-bazirganî Jeff Bezos, CEOyê şirketa Google ya sereke Alphabetê Larry Page, rêvebirê Facebookê Sheryl Sandberg, CEOyê Intelê Brian Krzanich, rêvebirê Oracleyê Safra Catz, CEOyê IBMê Ginni Rometty û CEOyê şirketa teknolojiya tora Ciscoyê Chuck Robbins hebûn.

Bi heman mijarî:

Trump bi tweeteke 3.5 mîlyar dolarî zerar da xediyê şirketa balafira F-35ê
Donald Trump wezîrê xwe yê karên derve ragihand
Trump wek "kesê salê" hat hilbijartin
Berpirsek ji ekîba Trump: Hêza herî bi bandor kurd in
Wezîrê Bazirganiyê yê Trump diyar bû
Etîketan:
Trump bi CEOyên şirketên teknolojiyê re civiya, Serokê Amerîkayê yê nû, Donald Trump, New York, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de