13:17 21 Hezîran 2018
Nadia Murad Basee Taha

Her du keçên kurd Nadiye Murad û Lemiya Beşar xelat wergirtin

© Foto: Poste de Veille
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Ewropayê xelata Sakharov pêşkêşî her du keçên kurdên êzidî Nadya Murad û Lemiya Beşar kir. Meha borî wergirtina welatê bo her du keçên kurd hatibû diyarkirin.

Di merasîmek taybet ya li Parlamentoya Ewropayê ya Strasburgê de, Serokê Parlamentoya Ewropayê Marten Schultz, û bi beşdarbûna 750 parlamenterên ewropî, xelata Sakharov pêşkêşî Nadya Murad û Lemiya Beşar kir.

Nadya Murad û Lemiya Beşar ragihandin ku, ew xelata xwe dê pêşkeşê kesan hewceya wan bi alîkariyê hene bikin.

Nadya Murad got; "Ez spasiya wan kesan dikim, ku di şerê li dijî DAIŞê de ruhê xwe didin. Ji ber ku ti sozek di dilê wan de nîne."

Lemiya Beşar jî gotarek pêşkeş kir û wiha axivî; "Ji ber vê xelatê ez spasiya we dikim. Em weke kurdên êzidî û mesihî bûne qurbanên destê DAIŞê. Ez keçekê 18 salî me. Dema DAIŞê bi ser gundê me de girt, 15 salî bûm. Hemû zilamên gundê me kuştin. Dayik û bavê min jî di nav wan de hatine kuştin. Terorîstên DAIŞê keçên me li ser xwe parve kirin û ewên din jî firotin."

Lemiyayê behsa jiyan xwe ya di bin destê DAIŞê de kir û wiha pê de çû: "Wan 4 caran ez firotim. Yê dawiyê ku min kirî, di nav DAIŞê de karê bombeyan dikir. Dixwest ez jî hevkariya wî bikim. Navê wî kesî Îslam bû û destdirêjî dikir ser keçên 9 salî. Destdirêjiya min jî kir. Ez vê xelatê pêşkeşî wan kesan dikim, ku niha li Herêma Kuridstanê di kampan de dijîn."

Bi heman mijarî:

Keça Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Niyetpak a NYyê
Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!
Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
Parlemana Fransayê ji bo êzidî û xirîstiyanan biryareke girîng stand
18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
Etîketan:
terorîst, DAIŞ, wergirtin, xelat, Lemiya Beşar, Nadya Murad, Strasburgê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de