15:11 25 Hezîran 2018
Pirtûk

10 pirtûkên herî navdar ên hatine qedexekirin

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Pênûs her çekekî xurt bû ku gelek kes jê ditirsiyan. Em ê 10 pirtûkên herî navdar ên ku di dîrokê de hatine qedexekirin pêşkêşî we bikin.

— (Harry Potter)

Romana J. K. Rowlingê ye: Li dibistanên Amerîkayê hatibû qedexekirin, ji ber çîrokên sihir û efsûnê tê de hebûn.

— (Veguherîn)
Romaneke Kafka ye: Li Yekîtiya Sovyetê ya berê û Almanyaya Nazî qedexe bû.

Ev kurteroman ji aliyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin û ji aliyê Fatih Aydin ve li kurdiya kurmancî hatiye wergerandin.
— (Tişt ji hev dikevin)

Pirtûkeke nivîskarê nîjerî Chinua Achebe ye: Beha mêtîngehkariyê dike bê çawa çande herêmî dikare piştî mêtîngehkariyê jî berdewam bike. Li Malîzya û deverên din qedexe ye.

— (Rojnivîskên keçeke piçûk)

Pirtûkeke Anne Frankê ye: Tenê ji ber hevokekê qedexe bû ku ew jî gotinên cinsî tê de hebû.

— (Çewlika Heywanan)

Romaneke nivîskarê George Orwell e: Berê li Yekîtiya Sovyetê, Koreya Bakur û hinek welatên din qedexe bû, ji ber naveroka wê ya siyasî ku rexne li kontrola leşkeran li ser desthilatê û derbeyên wan digirtin.

Ev pirtûk li kurdiya soranî bi navê "kêlgeyî ajalekan" hatiye wergerandin. Herwiha li kurdiya kurmancî jî ji aliyê Salih Agir Qoser ve hatiye wergerandin.

— (Dînê amerîkî)
Romaneke Bret Easton Ellis ye: Çîroka kesekî ye ku qurbanên xwe dikuje. Li Amerîkayê hat qedexekirin ji ber tundûtûjiya dihewîne.

— (Şifreya Da Vinci)

Romana Dan Brown ê amerîkî ye: Di sala 2004an de derket. Li Libanên hat qedexekirin ji ber protestoya oldarên xiristiyan li ser naveroka wê ya derbarê Vatîkanê de.

— (50 siyên Grey)

Romaneke  E. L. James e: Li Malîzyayê hat qedexekirin ji ber naveroka wê ya cinsî û sadîst.

— (Rêya Kevjalî)

 Romaneke nivîskarê amerîkî Henry Miller: Heta sala 1960 li Amerîkayê qedexe bû. Herwiha li başûrê Afrîkayê hat qedexekirina ji ber naveroka wê ya cinsî.

— (Hezar û yek şev)

Pirtûkek e ya ku di serdema Navîn de li Bexdayê hatiye çapkirin. Heta sala 1873an li Amerîkayê qedexe bû, ji ber naveroka wê ya cinsî.

Bi heman mijarî:

Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin
Pirtûka Fehim Taştekin a bi navê 'Rojava dema kurdan' weke sûc hate dîtin
Pirtûka Spî ya Japonyayê Çîn hêrs kir
Di dîroka Îranê de cara yekem pirtûka “dersa kurdî” ya fermî hate weşandin
Gazpromê pirtûka `Welatê Efsanyan` pêşkêşî gelê Kurdistanê kir
Etîketan:
qedexe, pirtûk, Anne Frank, Kafka, Gee Kay Rawling
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de