09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Çalakiya jinan a dijberiya Trump

    Jinên dijberî Trump daketin kolanan

    © REUTERS/ Shannon Stapleton
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jinên amerîkî roja destpêka hefteyê neçûne kar û 45emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump protesto kirin. Jinan bangî delegeyên Lijneya Hilbijêran kir ku Trump wekî serok hilnebijêrin.

    Ji ber acizî û dijminahiya Trump a li hemberî jinan, li bajarên wekî New York, Los Angeles, Boston, Houston, Seattle, Portland, San Francisco, Denver û Columbusê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

    Jinên ku Columbus Circleya New Yorkê di protestoyê de civiyan hetanî Otela Trump a International û di devê Towerê derbasbûn û hetanî Trump Towerê ya li cadeya 5emîn meşiyan.

    Çalakiya New Yorkê ji terefê Ann Massaro û şagirta zanîngehê Isabella Gutierrez ve hat organizekirin û bi axaftina lîstikvana navdar Eve Ensler destpê kir. Dema ku Ensler metnê ku ji bo çalakiyê hatibû nivîsandin dixwend, çalakvanan jî diruşmên ‘bedena min e, biryara min e', ‘ne serokê min e', ‘Baca xwe bide.'Trump protesto dikirin.

    Eve Ensler di axaftina bal kişand ser kabineya Trump û got: "Trump ji bo Wezîrtiya Dadê mirovekî nîjadperest hilbijartiye, kesên ku heta niha ji bo kabineye pêşniyar kirine hemû jî ne li gorî vê wezîfeyê ne."

    Donald Trump di hilbijartinên 58emîn ên Amerîkayê de 306 delege derxistin û ji bo reqema pêwist ku serok were hilbijartin 270 derbas kiribû. Namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton jî 232 deleg derxistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Ez mirovekî jîr im, ne pêwîst e 8 salan heman tiştî bibihîzim
    Trump: Hewcedariya min bi siwarbûna balafira 4 milyar dolarî nîne
    Şêwirmendê Trump ê berê: Dilniya me, birêveberiya nû dê ji şaşiyên xwe yên Kirimê vegere
    Şêwirmendê Trump ê berê li Moskowayê ye
    Berî Trump were, Kerry zorê didê ku bi Rûsyayê re li hev bike
    Etîketan:
    Jinên amerîkî daketin kolanan, Li AmerÎkayê çalakiyên dijberî Trump, Donald Trump, Eve Ensler, Ann Massaro, Isabella Gutierrez, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de