19:18 19 Hezîran 2018
Amnesty International

Rêxistina Efûyê ji bo Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyaya îmzeyan kir

© Flickr/ backpacker01
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser malpera xwe ji bo azadkirina girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser malpera xwe ji bo azadiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nameyeke kampanyaya îmzeyan weşan û di nameyê de got, "Divê Îran Celaliyan azad bike û hemû pêdiviyên wê yên tenduristiyê dabîn bike."

Binçavkirin - Girtin
© Sputnik / / Vitaliy Ankov
Rêxistinê di nameya kampanyayê de dest nîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş e û roniya çavên wê gelekî kêm bûye û dibe ku roniya çavên wê bi temamî wenda bike.

Di nameyê hat derbirîn ku Îranê daxwaza dermankirin a Celaliyan red kiriye û wiha hat gotin, "Ez vê nameyê îmze dikim ku bigihêje ber destê berpirsên dadgehên li Îranê û dixwazim Zeyneb Celaliyan were azadkirin û ji bo wê pêdiviyên tenduristiyê werin dabîn kirin."

Rêxistina Efûyê Zeyneb Celaliyan weke siyasetmedareke Kurd a ku xwest Kurdan, bi taybetî jî jinan xurt bike û bipêş bixe.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di sala 2007a de bi sûcê endamtiya PJAKê hatibû girtin û pêşiyê cezaya darvekirinê lê hatibû birîn, dadgehên Îranê paşê ev ceza veguherandibûn cezaya muebetê. Her wiha tê diyar kirin ku rewşa  tenduristiyê, bi taybetî rewşa çavên Celaliyan nebaş e û dibe ku roniya çavên xwe wenda bike.

Bi heman mijarî:

Îran Kurdekî girtî yê siyasî radestî hikumeta Sûriyeyê dike
Îran, amadehiya îdama 6 kurdan dike
Rêxistina Mafê Mirov: "Îran amadehiya îdamkirina 14 kesan dike"
Îran 8 kurdên din bi dar vekir
Etîketan:
girtiyas siyasî ya Kurd, azadkirin, Kampanyaya îmzeyan Rojava, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), Zeyneb Celaliyan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de