14:41 25 Sibat 2018
Zindî
    Ashton Carter

    Kongreya Amerîkayê ji Wezîrê Parastinê Carter daxuyaniyê dipê

    © AFP 2018/ PIERRE-PHILIPPE MARCOU
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kongreya Amerîkayê ji ber îdiaya ku rapora danheviyê ya bi 125 milyar dolarî veşartiye ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter daxuyanî xwest.

    Senatorê Ilionisê Dick Durbin di derbarê mijarê de ji bo Carter nameyel şand û diyar kir ku ew li bende daxuyaniyê ne. Durbin di nameya xwe de got, "Bi vî awayî Komîte (Komîteya Kontrolkirin Meclîsê û Reforma Rayagiştî ya Nûneran) wê karibe lêkolîna Desteya Kar a Parastinê û bersiva Wezareta Parastinê ya ji bo vê lêkolînê fêm bike. Ji kerema xwe re berê êvara 22yê Kanûnê belgename û agahiyên pêwîst bidin."

    Durbin kopyaya raporê û belgenameyên hemû xebatên di derbarê encamên rapora Pentagonê de ji Carter xwest.

    HATIBÛ ÎDIAKIRIN KU WEZARETA PARASTINÊ RAPORA TESERÛFA 125 MILYAR DOLARÎ VEŞARTIYE

    Roja duşemiyê rojnameya Washington Postê îdia kiribû Pentagonê lêkolînek veşartiye ku ew lêkolîn jî dide nîşan ku di nava 5 salan de dikare 125 milyar dolar were teserûf kirin.

    Hatibû îdia kirin ku rayedarên payebilind îdia kiribûn ku rapora Rêbendana 2015a dikare para wezaretê kêm bike û loma jî ew veşartine.

    Rojnameyê diyar kiribû ku rapora navborî ji malpera Wezareta Paratinê hatiye rakirin û di derbarê naveroka wê de biryara nepeniyê hatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Êrîşa li ser Artêşa Sûriyeyê bêhemdî bû û şaşiyeke xemgîn bû
    Pentagon: Me serekekî El Qaîde yê ku li dijî Tirkiyeyê plana êrîşê dikir, kuşt
    Pentagon piştî du hefteyan kuştina Ednanî "piştrast kir"
    Milyonek dolar fatûreya qumarxane û klûba strîptîzmê ji Pentagonê re
    Etîketan:
    veşartin, teserûf, rapor, daxuyanî, Kongreya Amerîkayê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Ashton Carter, Washington, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de