10:59 20 Hezîran 2018
Rusya'nın BM Daimi Temsilcisi Vitaliy Çurkin

Çurkîn: "Ji bo avakirina Sûriyeyê pêwistî bi 180 milyar dolarî heye"

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîtaliy Çurkîn ragihand ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nû pêwistî bi 180 milyar dolarî heye.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîtaliy Çurkîn di Konseya Ewlehî ya NYyê de pirsên rojnamevanan bersivandin û got: "Li gorî pêşbîniyên min hêza artêşa Sûriyeyê hetanî demeke nêzîk wê temamê herêma Helebê têxe bin kontrola xwe."

Dîplomatê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ê Sûriyeyê Staffan De Mistura jî ji bo avakirina Sûriyeyê bangî qada naveneteweyî kir. Bi wateya peyvê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû pêwistî tam bi 180 milyar dolarî heye."

DIVÊ MUXALIF JÎ KÊFXWEŞ BIBIN

Çurkîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ne gengaz e ku ev reqem ji terefê welatek an jî du welatan ve were dayîn. Hetanî çareseriyeke siyasî nebe û di reforma pergala siyasî de muxalif kêfxweş nebin, hemû hewldan û kampanyayên navneteweyî yên ji bo Sûriyeyê dê vala derkevin."

Bi heman mijarî:

Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê
Çurkîn: "Rêxistina El Nûsra ya wê ji Helebê vekişe an jî wê têk here"
Çurkîn: Fransa bi pêşnûmaya Helebê, dixwaze zordariya vetoyê li Rûsyayê bike
Çurkîn: Me delîl dan NY ku Tirkiye çekan dide DAIŞê
Çurkîn: Hejmara tankêrên qaçax yên ku derbasî Tirkiyeyê bûn ji hezarî bêtir in
Etîketan:
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ê Sûriyeyê, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Staffan De Mistura, Vîtaliy Çurkîn, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de