18:13 25 Sibat 2018
Zindî
    Navenda Tekoşîn a Dopîngê li Rûsyayê

    WADA, beşa duyemîn a raporta Rûsyayê eşkere dike

    © Sputnik/ Mikhail Serbin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa Tekoşîna Dopîng a Cihanî (WADA) raporta komîsyona ku hiqûqnasê kanadayî Richard McLaren rêvebiriya wê dike eşkere dike.

    Ajansa Tekoşîna Dopîng a Cihanî (WADA) raporta komîsyona ku hiqûqnasê kanadayî Richard McLaren rêvebiriya wê dike eşkere dike. Komîsyon li ser îhaleyên dopîngê yên Rûsyayê radiweste.

    Hat ragihandin ku ev beşa raportê ji name, ji encamên testan, îfadeya zêdetirî hezar kesî û ji dokumanên lêpirsînan pêk tê. Di raportê de tê îdîakirin ku ji hezarî zêdetir atlêtên rûsî tevlî manîpulasyona dopîngê bûne.

    Wekî din di raportê de tê îdîakirin ku veşartina hinek manîpulasyonên wekî bikaranîna dopîngê, pêşbirkên olîmpiyadê jî di nav de di 4 musebeqeyan cuda yên sporê de hatiye kirin. Li gorî raportê, di nimuneyên testên dopîngê yên atletên rûsî ku di Olîmpiyada Çile ya Soçî ya 2014an de hatin girtin de di astên bêîmkaniyê de xwê hebûn.

     

     

    Etîketan:
    Ajansa Tekoşîna Dopîng a Cihanî (WADA), Richard McLaren, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de