23:47 21 Sibat 2018
Zindî
    Yuan

    Çîn, bi TL û yuan wê rasterast dest bi muameleye bike

    © AP Photo/ EyePress, FILE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bankeya Navendî ya Çînê (PBOC) ji bo ku bikaribe bi yuan, TL û hinek pereyên din di bazara dovîz a bankeyên navxweyî de muameleye bike amadehiya destûrdayînê dike.

    Bankeya Navendî ya Çînê (PBOC) ji bo ku bikaribe bi yuan, TL û hinek pereyên din di bazara dovîz a bankeyên navxweyî de muameleye bike amadehiya destûrdayînê dike.

    Li gorî nûçeya Bloomberg Newsê, Bankeya Navendî ya Çînê di nava pereyên ku wê rasterast di bazara dovîzan de destûrê bidê lirayê Tirkiye, kronê Swêdê, kronê Norweçê, pesoyê Meksikayê, forinti Macaristanê, zlotisê Polonyayê û kronê Danimarkayê heye.

    Hat ragihandin ku dibe hetanî dawiya vê mehê bi yuan muameleya rasterast a bi van pereyên navborî re were destpêkirin. Lê PBOCê derbarê mijarê de pirsên rojnamevanan bêbersiv hiştin.

    Çînê bi yuan serê sala 2015an rasterast bi wonuyê Koreya Başûr û randê Efrîqa Başûr dest bi muameleye kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Çîn û Tirkiyeyê de cara yekemîn teqesa pereyan hat kirin
    Duterte: "Heke Çîn û Rûsya pergaleke dinyaya nû ava bikin pêşî em tevlî dibin"
    'Rûsya û Çîn di sala 2025a de wê karibin her cure peykên DYA tehdît bikin
    Rûsya û Çîn wê cara 2yem tetbîqeta parastinê ya moşekan lidar bixin
    Çîn: "Em piştgiriya bergiriyên Tirkiyeyê yên ewlehiya netewî dikin.
    Etîketan:
    Çîn rasterast bi yuan dest bi muameleya, Bankeya Navendî ya Çînê (PBOC), Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de