02:58 20 Hezîran 2018
Dînazor

Li Çînê di nava kevirê kareban de fosîlekî 99 milyon sal hat dîtin

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî lêkolîneke li Çînê, li ser kevirê kareban fosîlê dûvê dînazorekî 99 milyon sal hate dîtin.

Li gorî encamên lêkolîna ku li ser govara bi navê Current Biologyê hatine weşandin, Şing Lidayê ji Zanîngeha Zanistên Erdî ya Çînê ku bi grûbeke lêkolînerên navneteweyî re pêk anî, di nava kevirê kareban ku sala borî ji bazareke Myanmarê kerîbû de fosîlê dûvê dînazorekî bi pirtik hat dîtin.

Herwiha li gorî nûçeya China Dailyê, lêkolînerê çînî şopa kaneya kevirê kareban ku hatibû derxistin şopand û cara yekemîn e ku di nava kevirê kareban de perçeyê dînazorekî tê dîtin. Li gorî encamên testê emrê fosîl 99 milyon sal e û aîdî serdema Mesezoika navîn e.

DIBE DI KEViRÊN KAREBAN ÊN DIN DE JÎ ŞOPA DÎNAZORAN WERE DÎTIN

Pirtikê dûvê fosîlê ku di kevirê kareban de hatiye dîtin 3.85 santîmetroye û li gorî lêkolîneran dirêjahiya dînazorê xwediyê vî pirtikî derdora 18.5 santîmetroyî ye.

Şing Lida jî di derbarê mijarê re de got: "Dibe em di kevirên kareban ên din de jî fosîlê dînazoran an jî fosîlên şênbûniyên serdema antîkê bibînin."

Bi heman mijarî:

Rûsya û Çînê pêşnûmeya Helebê ya ji DENYê yê re hate pêşkêşkirin veto kirin
Erdogan: Em bi Rûsya, Îran û Çînê re bi pereyên xwe kirîn û firotinê bikin
Li Çînê li kana komirê teqîn: 32 mirî
Di teqîna kaneya Çînê de 21 karkerî jiyana xwe ji dest da
Li Çînê înşeata avahiya santrala elektrîkê hilweşiya: 40 mirî
Etîketan:
Li Çînê fosîlê 99 milyon sal berê hat dîtin, Lêkolînerê çînî, Şing Lida, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de