12:42 20 Hezîran 2018
Darbe girişiminin başarısız olmasının ardından Yunanistan'ın Dedeağaç kentine kaçan askerlerin kullandığı helikopter

Yûnanîstan 3 leşkerên derbekar radestî Tirkiyeyê dike

© AFP 2018 / SAKIS MITROLIDIS
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Yûnanîstanê dadgehê biryar girt ku 3 leşkerên ji wan 8 leşkerên derbekar ên ku piştî hewldana derbeyê reviyan Yûnanîstanê, radestî Tirkiyeyê bike.

Hat diyar kirin ku ew her 3 leşker jî serpel in û dadgeha temyize ya li Atînayê maf daye Tirkiyeyê û biryara radestkirina wan leşkeran daye.

Hat diyar kirin ku piştî biryarê ew her 3 leşker wê ji bo Tirkiyeyê şûnde werin şandin. Li gel vê yekê leşkerên derbekar jî ji bo temyîzkirina biryara dadgehê wê biryarê bibin Dadgeha Bilind a Yûnanîstanê.

Etîketan:
leşkerên derbekar, radestkirin, Dadgeha Bilind a Yûnanîstan, Tirkiye, Yûnanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de