23:12 19 Hezîran 2018
Mesrûr Barzanî û Antony Blinken

Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Karên Derve yê DYA Blinken re civiya

© Foto: Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîkayê di derbarê rewş û siberoja Herêma Kurdistanê de bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîkayê ye bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civiya. Di civînê de her dua liyan jî behsa siberoja Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên navbera Hewlêr û Washingtonê kirin.

Her wiha her du aliyan di civînê de behsa rewşa piştî şerê Mûsilê û paqijkirina DAIŞê kirin. Rayedarê Herêma Kurdistanê di civînê de dest nîşan kirin Pêşmerge û gele Kurdistanê li dijî terorê wê hevkariya xw eya li gel Amerîka û cîhanê berdewam bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandeke ji Herêma Kurdistanê ev çend roj in li Amerîkayê ye û bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtinan pêk hatin. Tê gotin ku Barzanî û şanda bi wî re wê li gel rayedarên rêveberiya nû ya Donald Trump jî hevdîtinan bikin.

Bi heman mijarî:

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê û Barzanî hevdîtin kirin
Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
Barzanî: Em ê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bikin
Barzanî li ser îdiayên 'şewitandina alê' daxuyanî da
Fûad Husên û Mesrur Barzanî bi tîma Trump re dicivin
Etîketan:
hevdîtin, civîn, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Şêwirmendê Encumena Asayîş a Herêma Kurdistanê, Antony Blinken, Mesrûr Barzanî, Mûsil, Kurdistan, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de