20:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kanada

    Kanada wê alîkariya penaberên sûrî qut bike

    © Flickr/ Tony Webster
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Kanadayê alîkariya dewletê ya ji her meh didan 25 hezar penaberên sûrî yên li vî welatî, bidawî bû.

    Hikûmetê soz dabû ku ji bo salekê wê her meh alîkariyê bide malbatên penaber ên sûrî. Di vê çarçoveyê de malbatên ku sala wan tijî bû, êdî wê nekaribin alîkariyê bistînin.

    Ji bo her malbatekê mehane 400 dolarî kanadî (3 hezar û 750 lîreyî tirkî) dihate dayin û dema beşa pêşî ya van, ji bo 5 hezar û 200 kesan bidawî bû ku li hin deverên Torontoyê hatibûn bicîkirin.

    Ev biryar wê ji bo malbatên ku sala xwe li Kanadayê temam kirine derbas dibe.

    SAZIYÊN ALÎKAR METIRSÎDAR IN

    Biryara qutkirina alîkariyan saziyen alîkariyê xist nava metirsiyê.

    Sami Jifrî dîrektorê kar ê rêxistina Xwebeşên Çalak ên Sûriyê ya navenda wê li Torontoyê ye di daxuyaniya xwe de got: "Ev mirovana hîna ne amadene ku bixebitin û jiyana xwe birêve bibin. Ji bo ku karibin bibin xwedî kar û dahatekê divê bi ingilîzî hîn bibin. Ji bo vê jî dem ji wan re pêwîst e."

    Xwebexşên saziyên alîkariyan diyar dikin ku hema hema temamê alîkariya dewletê ya dide penaberan, ji bo lêçûna elektrîk, kire, av û xaza siruştî diçe û gotin ku ev malbat bi alîkariya bankeyên qut û yên kinîse û mizgeftan dijîn.

    Malbatên sûrî yên bi sponsoriya taybet diçin Kanadayê li gorî rêzikan dikarin alîkariya mirovî bistînin.

    BI EREBÎ WÊ AGAHDARÎ BÊ KIRIN

    Di vê navberê de nûnerên programa alîkarî ya eyaletê ya Ontario Worksê ji bo malbatên alîkariya wan hatiye qutkirin dest bi amadekariyan kirin ku alîkariya penaberan dikin.

    Berdevka Wezareta Xizmetên Civakî Ontario Kristen Tedesco aşkere kir ku rêveberiya eyalete piştî qutkirina alîkariyê dest bi zêdekirina xebatê dikin.

    Tedesco diyar kir ku ew ê wezaret ji bo penaberên pêwistiya wan bi alîkariyê heye bi erebî agahdariyê bike û derbarê xebatên xwe de broşur û vîdeoyên danasînê amade kirine.

    Bi heman mijarî:

    Kanada: ‘Alîkariya mirovîn a li Kurdistanê berdewam e'
    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire
    Kanadayê soza xwe bi cih anî û 25 hezar koçber wergirtin
    Malbata Alan Kurdî gihîşt Kanadayê
    Etîketan:
    alîkarî, sûrî, Rêxistina Xwebeşên Çalak ên Sûriyê li Torontoyê, Wezareta Xizmetên Civakî Ontario, Kristen Tedesco, Sami Jifrî, Sûriye, Toronto, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de