11:05 26 Gulan 2018
Donald Trump

Berpirsek ji ekîba Trump: Hêza herî bi bandor kurd in

© Flickr / Gage Skidmore
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Yek ji kesên bi bandor din ava ekîba Donald Trump Serokdewletê DYAyê Mary Beth Long ji bo polîtîkaya Trump a derbarê Rojhilata Navîn de behsa têkoşîna li hemberî DAIŞê kir û got: "Him kurdên Iraqê û him jî kurdên Sûriyê di vê rêyê de hêzên hêzên herî bibandor in."

Mary Beth Long yek ji navên bibandor di nava ekîba Serokdewletê nû yê Donald Trump de ye. Long demeke dirêj di nava CIAyê de wezîfe standiye û pispora polîtîkayên Rojhilata Navîn e. Long ji rojnameya Hurriyetê bi Cansu Çamlibel re axivî û behsa polîtîkayên Trump kir. Long behsa têkoşîna li hemberî DAIŞê kir û wiha got: "Qada sereke ya têkoşîna têrorê DAIŞ e, helbet divê komên weke El Qaide û Hizbillahê ku careke din bilind dibin divê ji nedîtî ve neyên. Di vê qadan de polîtîkayên bibandor çine, yên nebibandor çine wê bên nîqaşkirin. Him kurdên Iraqê him jî kurdên Sûriyê heta îro di vê rêyê de hêzên herî bibandor in. Lewre tiştê ku em ê herî dawî bixwazin bikin, kişandina wan a ji qada şer, sînorkirina wan an jî kêmkirina kabîliyeta wan e."

Long behsa nêrînên Tirkiyê yên derbarê ‘serxwebûna kurdan' de dike û wiha berdewam dike: "Ez wisa texmîn dikim ku wê serxwebûna kurdên li Iraqê û pirsgirêka li Sûriyê ji hev cuda bê nirxandin."

Bi heman mijarî:

Cîgirê Trump Richard: Em piştgiriya Kurdistanê dikin
KCK: Em serkeftina Trump pîroz dikin
Ebadî: Ji rêveberiya Trump piştgiriyeke hîn zêde dipêm
Du malbatên kurd navê Trump li zarokên xwe kir
Etîketan:
Kurdên Iraqê, Kurdên Sûriyeyê, Rojnameya Hurriyetê, Hizbulah, DAIŞ, El Qaide, CIA, Cansu Çamlibel, Donald Trump, Mary Beth Long, Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê, Rojava, Tirkiye, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de