04:53 19 Çile 2018
Zindî
    Kanada

    Kanadayê mercê vîzeyê ji bo meksîkiyan rakir

    © Sputnik/ Vladimir Baranov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kanadayê mercê vîzeyê ji bo welatiyên Meksîkayê rakir. Hat ragihandin ku ev pêngav wek nîşanekê ye bê Kanada çiqasî giringiyê dide dostaniya xwe bi Meksîkayê re.

    Wezareta Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rakirina sepandina vîzeyê li ser welatiyên Meksîkayê, dê hêza reqabeta Kanadayê wek herêmeke geştyariyê jî zêde bike.

    Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di dema helmeta xwe ya hilbijartinê ya sala 2015an de soz dabû ku ew ê vîzeyê ji bo meksîkiyan rake.

    Hêjayî gotinê ye ku vîze ji aliyê serokwezîrê berê Stephen Joseph Harper di sala 2009an de ji ber sedema ku rêjeya tawanan zêde dikin li ser welatiyên meksîkî hatibû sepandin.

    Trudeaudi Hezîranê borî de serdana Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto kiribû û li wir soz dabû ku vîze dê di yekê Berfanberê de bê rakirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Dê sepandinên Kanadayê bê bersiv nemînin'
    Herêma Kurdistanê ji Kanadayê daxwaza alîkariya rasterast kir
    Parlementerên Kanadayê daxwaza lêpirsînekê ji bo komkujiyên Îranê kir
    Piştî Amerîka û Kanadayê Brîtanyayê jî hişyarî da welatiyên xwe
    3 Endamên DAIŞê li Kanadayê cezayê girtîgehê xwarin
    Ji Kanadayê biryara ala Kurdistanê
    Etîketan:
    vîze, Justin Trudeau, Enrique Pena Nieto, Stephen Joseph Harper, Meksîka, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de