08:11 23 Gulan 2018
    Şewata Eyaleta Tennessee ya Amerîkayê

    Li Amerîkayê agir netemirî: 13 mirî

    © AP Photo / Mark Humphrey
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hejmara kesên di şewata daristana eyaleta Tennessee ya Amerîkayê de can dane gihîşt 13 kesan. Di şewatê de ziyan gihaşt bêhtirî hezar xanî û kargehan.

    Şewata daristana li Parka Siruştî ya Çiyayê Gerat Smoky dest pê kiribû û ber bi bajaroka Gatlinburgê ve belav bûbû, zêdetirî qadeke 6 hezar hektaran daye ber xwe û ev 2 roj in hîn nehatiye temirandin.

    ŞAREDAR: PIR XEMGÎN IM

    Şaredarê Sevier County Larry Waters li ser bûyerê xemgîniya xwe anî ziman û eşkere kir ku 13 kesên can dane ji ber dûxanê sekta dil derbas kirine.
    Waters got, ‘Nikarim xemgîniya xwe bînim, bi taybetî jî piştî ku ew qas kesan can daye'.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Aladaga Adanayê dîsa şewat
    Li avahiyeke nêzî Kremlînê şewat derket
    Li nêzîkê otêla ku Lûtkeya APECê wê were lidarxistin şewat: 8 kes mirin
    Li Hindistanê di febrîqeyê de şewat: 13 mirî û 9 birîndar
    Li nexweşxaneyeke Hindistanê şewat: 24 mirî û 106 birîndar
    Etîketan:
    Şewata Eyaleta Tennessee, Amerîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de