01:07 23 Çile 2018
Zindî
    Jean-Claude Juncker

    Serokê Komisyona Ewropayê Juncker: Pêdiviya Tirkiyeyê jî bi Ewropayê heye

    © AFP 2018/ Frederick Florin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komisyona Ewropayê Juncker bersiva daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê têkiliyên bi Ewropayê re da û got,"bi qasî ku pêdiviya me bi wan heye, ya wan jî bi me heye".

    Serokê Komisyona Jean-Claude Juncker li Madrîdê bi Qiralê Îspanyayê Felipe 6emîn û serokwezîrê wê Mariano Rajoy re civiya. Li wê derê Juncker bersiva pirsyarên çend rojnamevanên îspanî da.

    Li gorî nûçeya El Paisê, Juncker derbarê rageşiya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de wiha axiviye: "Bi qasî ku pêdiviya me bi wan heye, ya wan jî bi me hey".

    "DIVÊ ERDOGAN DEST JI VÊ TAWANBARKIRINÊ BERDE"

    Derbarê keşeya penaberan de jî rayedarê ewropî got, "Tirkiye dê rêkeftina qebûlkirina vegerandina penaberan betal neke" û wiha dewam kir: "Divê Erdogan bes me tawanbar bike ji ber welatiyên Tirkiyeyê nikarin bê vîze li Ewropayê bigerin. Eger Tirkiye 72 berpirsyariyên Brûkselê jê xwestine neyêne cih, berpirsyar ne em in."

    Herwiha Juncker diyar kir ku ew bi Serkkomarê Tirkiyeyê "bawer" e û got: "Erdogan dê beravên welatê xwe ji rêxistinên terorê û tacirên mirovan re nehêle".

    "BIDAWÎKIRINA MUEYIDEYAN, GIRÊDAYÎ GAVÊN RÛSYAYÊ YE"

    Ji aliyê din ve, Juncker derbarê mueyideyên li ser Rûsyayê jî axivî û teqez kir ku YE di sepandina mueyideyan li ser Rûsyayê birijd e û wiha got: "dema bidawîkirina mueyideyan, girêdayî gavên Rûsyayê ye".

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: "Pûtîn got tu eleqeya me bi êrişê re tuneye"
    Pisporê Rûs: Erdogan pêşî dibêje, paşê difikire
    "Dibe Rûsya navbeynkariyê di navbera Esad û Erdogan de bike"
    Erdogan di meseleya Esad de gav bi paş de avêt
    Kosaçev: Gotinên Erdogan nişan dide ku armanca wî ya sereke ne têkoşîna li dij terorê ye
    Kremlîn: Erdogan ji bo gotinên xwe yên derbarê Esad de daxuyanî da Pûtîn
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re: Esad ne li Babê lê li Şamê ye
    Etîketan:
    Têkiliyên YE û Rûsyayê, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiye, Recep Tayyip Erdogan, Felipe 6emîn, Mariano Rajoy, Jean-Claude Juncker, Rûsya, Ewropa, Tirkiye, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de