03:19 26 Gulan 2018
damîmarka- ala danîmarka-al

Danîrmaka balafirên xwe ji nava hevpeymana navdewletî vedikişîne

© Foto: Øland Beboerlaug
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Danîmarkayê ragihand ku ew 7 balafirên xwe yên di nava hêzên hevpeymana navdewletî de cih digirin, şûnde dikişînin.

Televîzyoneke Danîmarkayê diyar kir ku Danîmarka 7 balafirên xwe yên F16ê ji hevpeymana navdewletî ya li Iraq û Sûriyeyê şûnde dikişîne.

Hat diyar kirin ku hefteya borî di lêkolîneke Amerîkayê de derket holê ku balafirên Danîmarkayê yên di nava hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê de di 17ê meha Îlona borî de li nêzîkî bajarê Deyre Zorê êrîşên asmanî lidarxistin û di encamê de li şûna DAIŞê artêşa Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Piştî vê bûyerê Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Anders Samuelsen û Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Claus Hjort Frederiksen biryar dan ku balafirên welatê xwe şûnde vekişînin.

Bi heman mijarî:

Hevpeymana bi serkirdayetiya Amerîkayê 'bi şaşitî' li leşkerên Iraqî xistin
Rêxistina Efûyê: Hevpeymana bi serkirdayetiya DYA, li Sûriyeyê zêdetirî 300 sivîl kuştin
Hevpeymana erebî, 10 sivîl li Yemenê kuştin
Komên Hevpeymana Sûriyê êrîşî Şêxmeqsûdê kirin
Rûsyayê ji bo hevpeymana navdewletî got: Hûn pêşiyê li xwe binêrin
Etîketan:
şûnde kişandin, balafir, Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê, Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê, Hevpeymana Navdewletî, DAIŞ, Claus Hjort Frederiksen, Anders Samuelsen, Danîmarka, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de