08:05 23 Gulan 2018
    Europol

    Ji Europolê bo Ewropayê hişyariya terorê

    © AP Photo / Peter Dejong
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Europolê, welatên Ewropayê li hemberî tehdîda rêxistina terorîst a DAIŞê hişyar kir. Berpirsan ragihand ku dibe terorîstên DAIŞî têkevin kampên penaberan.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, Rêxistina Polês a Ewropayê (Europol) ragihand ku dibe terorîstên DAIŞê di demeke nêz de li Ewropayê êrişên terorî pêk bînin.

    Europolê di raporta xwe ya yekîneyên tekoşîna terorîzmê de hat gotin DAIŞa ku li Irak û Sûriyeyê têk diçe û dibe çalakiyên xwe yên terorî bigihînin Ewropayê û ev jî talûkeyeke mezin çêdike. Li gorî saziyên îstîxbaratî bi dehan terorîst ketine nava Ewropayê.

    Li gorî raporta analîz a Rêxistina Polês a Ewropayê, êrişa terorîstên DAIŞê ya sala 2015 û 2016an li Belçîka û Fransayê li gorî wan serkeftiye û dibe di demê nêz de êrişên kesayetî an jî grûbî pêk bîne. Herwiha li gorî raportê, rêxistina DAIŞê ji bo çalakiyên Ewropayê tektîkên nû jî bipêş xistine.

    Di berdewamiya raportê de tê gotin ku welatê ku herî zêde metirsiya terorî li ser heye Fransa ye û Belçîka, Almanya, Hollanda û Brîtanya jî di nava hedefên pêşî de ne.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ li Mûsilê 'Mohra Sor' dide çekdarên xwe
    DAIŞ ji bêperetî organên milîtanên xwe difiroşe
    'DAIŞ, ji bo endamên xwe bi penaberan re bişîne Ewropayê, perwerde dike'
    DAIŞ êrişî leşkerên tirk kir: 6 birîndar
    DAIŞ sivîlan dike mertala zindî
    Etîketan:
    Rêxistina Polêsan a Ewropayê (Europol), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de