23:31 22 Nîsan 2018
    Yunanistan Savunma Bakanı Panos Kammenos

    Kammenos: Ger em ê Lozanê betal bikin, em dikarin vegerin ser Sevrê

    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Panos Kammenos bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên di derbarê rexnekirina Peymanê Lozanê de. Kammenos got, "Ger ku em ê Lozanê betal bikin, em dikarin vegerin ser Sevrê."

    Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Panos Kammenos careke din bertek da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên di derbarê Peymana Lozanê de, ku Erdogan di wan daxuyaniyên xwe de Peymana Lozanê li ser navê Tirkiyeyê wek binketî binav kiribû.

    Serokê partiya ANEL a rastgirê tundrew Kammenos bi Serfermandarê Yûnanîstanê Vasilis Tellidis re serdana sînorê Yûnanîstanê yê bi ser Arnavûtî kir û got, "Min xwest peyamekê bişînim û bersivê bidim her kesên ku diwêre lêpirsîna peymanên navneteweyî û serdestiya hiqûqê bike û daxuyaniyên provokatîf dide."

    Kammenos gotinên Erdogan bibîrxist û got, "Ger ku Erdogan dixwaze Peymana Lozanê betal bike, wê gavê em dikarin vegerin ser Peymana Sevrê."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: "Dema min peyva Lozanê bikar anî hinek aciz bûn"
    Pavlopulos bersiv da Erdogan: "Binê Peymana Lozanê nekole"
    Kosaçev, encamên civîna Lozanê ya ji bo Sûriyeyê eşkere kir
    Çîpras: Daxuyaniyên Erdogan yên derbarê Lozanê bo têkiliyên dualî bi 'xetere' ne
    Erdogan: Hin kes dixwazin Peymana Lozanê weke serfirazî bi me bidin qebûlkirin
    Etîketan:
    vegerîn, betalkirin, peymana Sevrê, peymana Lozanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastin ê Yûnanîstanê, Recep Tayîp Erdogan, Panos Kammenos, Arnavutî, Tirkiye, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de