09:10 26 Gulan 2018
YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

Hollanda jî got bila muzakere bi Tirkiyeyê re werin cemidandin

© REUTERS / Murad Sezer/File Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Hollandayê piştgirî da bangên ku bila Yekîtiya Ewropayê muzakereyên endamtiyê yên Tirkiyeyê rawestîne.

Ji bo operasyonên binçavkirinê yên piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê protesto bike Hollanda duhî li Brûkselê di civîna balyozan de pêşniyar kir ku bila 6 mehan muzakere bi Tirkiyeyê re werin rawestandin. Ev pêşniyara ku li civînê hat kirin wê di Zîrweya Serokên Dewletên Yekîtiya Ewropayê ya 15-16ê Berfenbarê de dîsa were nirxandin.

PÊŞNIYARA HOLLANDA DESTÊ YÊN KU DIBÊJIN BILA MUZAKERE RAWESTIN XURT DIKE

Komîsyona Ewropa û Almanya jî di nav de gelek welatên Yekîtiya Ewropayê li hemberî guvaşên ku dibêjin bila muzakereyên endamtiyê bi Tirkiyeyê re werin rawestandin berxwe didin. Komîsyon û Almanya, digel îhlalên însanî jî hê jî dixwazin hevkariya stratejîk û diyalogê bi Tirkiyeyê re bidomînin. Li pisporên ewropî ev banga Hollandayê ku pêşkêş kiriye dibe destê yên ku dibêjin bila muzakere bi Tirkiyeyê re rawestin xurt bike.

Bi heman mijarî:

Ji Yekîtiya Ewropayê bo Tirkiyeyê banga demokrasiye
Yekîtiya Ewropayê di rewşek krîtîk de ye
Ji Yekîtiya Ewropayê daxuyaniya serbestiya vîzeyan
Juncker: ‘Tirkiya di demek nêz de nabe endamê Yekîtiya Ewropayê'
Guhê îstîxbarata Almanyayê li welatên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ye
Etîketan:
N3iqaşên rawestandina muzakereyên Tirkiyeyê, Zîrweya Serokên Ewropayê, Komîsyona Ewropayê, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de