18:36 27 Gulan 2018
Şewata Refîneya Petrolê li Îtalyayê

Agir bi refîneyê ket, asîman bi duxanê nixumî

© YouTube/Interesting on the Planet
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Agir bi Refîneya Petrolê ya nêzîkî bajarê Pavia yê Îtalyayê ketiye ku asîmanê herêmê bi dûxanê hatiye nixumandin.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan ANSAyê belav kirine, li yek ji refîneya herî mezin a Îtalyayê ya Sannazzaro de' Burgondi'yê berêvarê şewat derketiye û dûxan ji 10 kîlometran tê xuyakirin.

Di daxuyaniya kompaniya Petrolê ya xwediyê refîneyê ENI'yê de hat gotin ku di encama şewatê de kesekî can nedaye û birîndar jî nînin.

BERÊ JÎ AGIR BI HEMAN REFÎNEYÊ KETIBÛ

Parlemantarê Partiya Keskan ê Îtalî Angelo Bonelli bal kişand ser şewata refîneyê û bang li karbidestan kir ku tedbîrên lezgîn bistînin. Li heman Refîneya Sannazzaro de' Burgondi'yê li 2 û 6ê Tîrmehê jî bûyera şewatê rû dabû.

Bi heman mijarî:

Almanya: Divê Ewropa bi hevdu re bersivê bide
Rûsya: "Em amade ne rojane hilberîna 300 hezar bermîl petrol kêm bikin"
Bi doneyên Amerîka û biryara OPECê petrol û dolar bilind bû
"Bi xêra Pûtîn, di sala 2016an petrol gihişt bilindtirîn buhayiya xwe"
Herêma Kurdistan di meha Tîrmehê de 14 mîlyon bermîlan petrol firot
Etîketan:
Îtalya, Şewat, Refîneya Petrolê, Îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de