15:45 22 Sibat 2018
Zindî
    Newroz

    Ji UNESCOyê biryara Newrozê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 95

    Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di derbarê Newrozê de biryar da û ew wek ‘kevneşopiya manewî ya herî kevn a cîhanê’ binav kir.

    Ji bo newroz a ku Kurd jî di nav de ji aliyê gelek netewan ve wek cejna netewî tê pîroz kirin, Îranê berê serî li UNESCOyê dabû. UNESCOyê jî îro di derbarê newrozê de biryara xwe diyar kir û ew wek ‘kevneşopiya manewî ya herî kevn a cîhanê' qebûl kir.

    Desteya Giştî ya NY jî di sala 2010a de Newroz a ku ev zêdetirî 3 hezar salan e tê pîroz kirin, wek ‘Cejna Cîhanê' ragihandibû.

    Newroz li Asya û Rojhilata Navînê di 21ê Adara her salê de ji aliyê gelek netewan ve wek destpêka biharê tê pîroz kirin. Newroz ji aliyê Kurdan ve wek Cejna Neteweî tê pîroz kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê banga li dijî qedexeyê: Newroz û Berxwedan!
    Newroz wê li Êlihê di 20ê Adarê de were pîrozkirin
    Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
    Newroz li Rojavayê hat qedexekirin
    Li Qendîlê Newroz bi çoşek mezin hate pîrozkirin
    Etîketan:
    kevneşopiya manewî ya herî kevn a cîhanê, biryar, newroz, UNESCO, Rojhilata Navîn, Asya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de