16:50 25 Hezîran 2018
girtîgeh-heps

Li Vietnamê bi hezaran girtî hatin efûkirin

© Foto: Pixabay
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Ji Ofîsa Wezareta Dewletê ya Vîetnamê Giang Son bi civîneke çapmeniyê eşkere kir ku wan bi 2 biryarnameyan 4 hezar 384 girtiyan efû kirine û wan serbest berdin.

Navenda nûçeyan —  Herdu biryarname ji aliyê Tran Dai Quang ve hatiye erêkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: ‘Biryara efûyê politikaya xweşbîniyê ya Komara Sosyalîst ya Vîetnamê û partiya me herwiha hêla mirovî ya gelê me careke din eşkere kir.'
Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Vîetnamê Ha Kim Ngoc jî diyar kir ku 9 ji wan çînî, 3 ji wan laosî yek ji Koreya Başûr û yek jî awistiralî wê 14 biyaniyan serbest berdin.

Rayedarê ewlekariyê Nguyen Van Thanh, jî daxuyand ku wê girtiyan ji roja pêrşemê pê ve hêdî hêdî serbest berdin. Tê gotin ku di nava girtiyên ku wê serbest bêne berdan Bui Xuan Kim ê ku bi ‘ji bo ewlehiya neteweyî wekî tehdît' tê sûcdarkirin jî heye.

 

Bi heman mijarî:

Îran Kurdekî girtî yê siyasî radestî hikumeta Sûriyeyê dike
Demirtaş ji Serokê Parlamentoyê pirsî: Agahiya we ji rewşa parlamenterên girtî heye?
Dayika girtî ji bo kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir
ASAyê şervanên YPGê yên dîl girtî radestî Tirkiyeyê kir
Wezareta Dadê ya Tirkiyê: Li Tirkiyê 2 hezar û 542 zarokên girtî hene
Etîketan:
efû, metirsî, serbest berdan, girtîgeh, Ha Kim Ngoc, Tran Dai Quang, wîetnam
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de