08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Rêveberiya Rojava li Osloyê Balyozxane vekir

    Rêveberiya Rojava li Osloyê balyozxane vekir

    © Foto: ANHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 38440

    Li Oslo ya paytexta Norweçê yekemîn Balyozxaneya Rojava ya demkî hat vekirin.

    Hat ragihandin ku rêûresma vekirina balyozxaneyê li salona Şaredariya Bajarê Oslo ya k udi heman demê de rêûresmên dayîna xelatên Nobelê lê tê lidarxistin, destpêkir. Rêûresma vekirina balyozxaneyê bi axaftina şaredarê Osloyê Marianne Borgen destpê kir.

    Hat diyar kirin ku rêûresma vekirinê wê 2 rojan bi panelan berdewam bike û wê Hevserokên Giştî yên PYDê Asya Abdullah û Salîh Muslim, Nûnera Rêveberiya Xweser a derveyî welêt Sînem Muhamed, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl, Nûnerê Asuriyan Besam Îshak û nûnerekî gelê Ereb weke axivêr beşdarî wan panelan bibin. Di heman demê de wê gelek nûnerên gelên bê dewlet û pispor jî di wan panelan de biaxivin.

    Rêveberiya Xweser a Rojava berê jî li Silêmanî, Moskova, Berlîn, Parîs, Stockholm û Den Haagê nûnertiyên xwe vekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rêveberiya Rojava li Hollandayê jî nûnertiya xwe vekir
    Nûnertiya Rojava li Hollandayê vedibe
    PYDê nûnertiya xwe ya li Parîsê bi merasimê vekir
    YPGê nûnertiya xwe li Komara Çekî vekir
    Li Amerîkayê nûnertiya kurdên Rojava vedibe
    Etîketan:
    balyozxane, Desteya Rêveber a TEV-DEMê, Hevserokên Giştî yên PYDê, Asya Abdullah, Aldar Xelîl, Salih Muslim, Moskova, Parîs, Rojava, norweç, Oslo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de