02:13 24 Tebax 2017
Zindî
    Fidel Castro

    Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro çû ser dilovaniya xwe

    © AFP 2017/ Adalberto Roque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3201

    Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro di 90 saliya xwe de li paytexta Kuba Havanayê çû ser dilovaniya xwe.

    Mirina serokê şoreşa Kubayê û Serokdewletê berê yê Kubayê Fidel Castro ji hêla televizyona dewletê ya Kubayê ve hate ragihandin.

    Serokdewletê Kubayê Raul Castro di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê de got: "Serfermandarê şoreşa Kubayê, îşev (roja înê) saet di 22.29an de çû ser dilovaniya xwe." ​

    Raul Castro aşkere kir ku li ser daxwaza Fidel Castro wê termê wê bê şewitanin û bişînin krematoryûmê.

    Fidel Castro ji ber nexweşiya xwe di sala 2006an de erka serokdewletiyê ji bo demekê dabû birayê xwe Raul Castro lê di sala 2008an de bi awayekî fermî dest ji erkê berda bû.

    Castro nêzîkî 50 salan Kuba birêve bir û bi vê re, piştî Keybanûya İngiltereyê Elizabeth û Şahê Taylandê, bû 3yemîn serok ku herî zêde li ser wezîfeyê maye.

    Bi heman mijarî:

    Fidel Castro û Hesen Rûhanî li Havanayê hatin cem hev
    Rojbûna Fidel Castro bi şahiyên cur be cur hate pîrozkirin
    Keça Castro: ‘Bi êrişên Amerîkayê nêzî 5 hezar kûbayî mirin an jî birîndar bûn'
    Obama û Castro hevdîtineke dîrokî pêk anîn
    Castro: 'Tenê Rûsya û Çîn dikarin şerê cîhanê rawestînin'
    Etîketan:
    Keybanûya Ingiliztanê Elizabeth, Raul Castro, Fidel Castro, İngiltere, Havana, Kuba, Tayland
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de