21:40 19 Tebax 2017
Zindî
    Kampa penaberan

    Agir bi kampa penaberan ket: Malbateke Kurd şewitî

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3801

    Li Yûnanîstanê şeva borî agir bi kampeke penaberan ket û di encamê de malbateke kurd di nava agir de şewitîn.

    Hat ragihandin ku şeva 24ê Mijdarê di saet 23:00yî de li girava Mîdillî ya Yûnanîstanê agir bi kampeke penaberan ket û di encamê de malbateke Kurd şewitî.

    Hat hîn bûn ku malbata Kurd ji 4 kesan pêkhatibû û ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bû.

    Li gorî agahiyên Rûdawê xwediyê wê mala Kurd kesê bi navê Nevbez diyar kir hevjîna wî û du zarokên wî di nava şewatê de mane û zarokê wî di himbêza wî de jiyana xwe ji dest daye.

    Nevbez anî ziman ku rewşa keça wî baş e lê rewşa hevjîna wî gelekî xerab e.

    Bi heman mijarî:

    Li Mîdilliyê agir bi kampa penaberan ket
    Li Kerkûkê agir bi kampa penaberan ket: 2 kes şewitîn
    Li Stenbolê zarokê 3 salî şewitî
    Etîketan:
    malbateke Kurd, kampa penaberan, agir pêketin, Rûdaw, Kurdistan, Silêmanî, Mîdillî, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de