18:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Rodrigo Duterte

    Duterte ji bo mizakereyan bangî milîtanên Ebu Seyyafê kir

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Serokdewletê Filîpîniyan Rodrigo Duterte ji bo despêkirina mizakereyan bangî milîtanên Ebu Seyyaf ên bi El Qaîdeyê re têkildar in, kir,

    Duterte bajarê Zamboanga yê welatê xwe serdana leşkerên birîndar kir û di axaftina xwe de Ebu Seyyaf vexwend ser maseya mizakereyan û got dibe ku ji bo Misliamên li welêt xweserî were dayîn.

    ‘DESTÛRÊ BIDIN EM BIAXIVIN, ŞANS BIDIN MIROVÊN ME'

    Duterte got, "Heta bêdawiyê em nikarin mirovên bi giranî birîndar derman bikin. Destûrê bidin em biaxivin, şansekî bidin mirovên me." Duterte diyar kir ku şerê bi Ebu Seyyaf re aşitiyê nayine welêt, heta wê berdêlên giran ên wendahiyên sivîlan çêbibe.

    ‘JI BO FEDERALÎZMÊ AMADE ME'

    Duterte anî ziman ku mijarên xweserî û federalîzmê jî dikare werin nîqaşkirin û got, "Ez amade me. Min xwe ji bo li tevahiyê Filîpîniyan Moroyê bidim rawestandin, feda kiriye."

    ​Duterte bangî milîtanên Ebu Seyyafê kir, da ku dawiyê li faaliyetên xwe yên bi sûc bînin û derbirî ku ger rêxistin dev ji revandina mirovan û bûyerên tundiyê berdin, ew amade ye dest bi hevdîtinên aşitiyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev
    Duterte: "Heke Çîn û Rûsya pergaleke dinyaya nû ava bikin pêşî em tevlî dibin"
    Serokdewletê Filîpînan Duterte wê dawiyê li hevkariya 65 salan bîne
    Hevdîtina Obama û Duterte hat betalkirin
    Etîketan:
    aşitî, muzakere, Ebu Seyyaf, Serokdewletê Filîpîniyan, Rodrigo Duterte, Moro, Filîpîniyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de