14:58 22 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump

    Hitler jî sloganên Trump bi kar anîbûn

    © AFP 2018/ MANDEL NGAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xaleke hevbeş di navbera Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump ê ku ji aliyê dijberan ve wek nijadperest tê binavkirin û serokê Nazî Adolf Hitler de derket holê. Hat zanîn ku slogana "careke din Amerîkayê bêhempa bikin" ya Trump, Hitler jî wek "careke din Almanyayê bêhempa bike" bi kar aniye.

    Xaleke hevbeş ya Trumpê ku berî hilbijartinê ji ber gotinên xwe û piştî wê jî ku kesên ji "raseriya spiyan di ser reşan re" bawer dikin anîn pêgehên bilind ên dewletê dibû armanca rexneyên dijberan û serokê Nazî Adolf Hitler derket holê.

    Hat zanîn ku slogana Trump ya "Make America Great Again"(careke din Amerîkayê bêhempa bikin) ji aliyê Hiter ve jî hatiye bikaranîn û yê dawî soz daye ku "welatî(Almanyayê) careke din bêhempa bike".

    Rojnameya Green Bay Press-Gazette ya li Amerîkayê dihat weşandin di gotareke xwe ya sala 1934an de behsa bilindbûna Hitler li Almanyayê dike û diyar dike bê çawa xelk pê dikeniya û dûre Hitler kariye ji aciziya gelê Almanyayê sûdê bigire.

    Gotinên Hitler ên  1934an
    © Foto: Twitter
    Gotinên Hitler ên 1934an

    Beşê gotarê yê derbarê vê mijarê de wiha ye:

    "Di sala 1923an de Hitler û çend kesên din li Berlînê meşiyan. Ew bizava wan têk çû. Sizaya 5 salan li Hitler hat birîn lê hîn sizaya wî xelas nebûbû, hat berdan. Mirovan digot, ew kesekî ne giring e û pê dikeniyan. Ew ê pê dikeniyan, şaş bûn. Dibe ev serdesteyên biçûk, ji aliyê hecmî ve biçûk be lê belê hêzeke wî hebû ku pê dikarî mirovan li dora xwe bicivîne. Piştî Hitler ji girtîgehê derket, ji aciziyan sûd wergirt. Ji mirovan re got, 'ew careke din Almanyayê bike bêhempa'. Cihû, soyaslîst, kominîst û yên din wek berpirsyarên kêşeyên li welatî hesibandin. Axiftinên wî yên tûj, piştgir ji 'doza' wî re çêkirin".

    Herwiha heman soza Hitler ya bêhempakirina Almanyayê, di hejmara sala 1940î yên St. Louis Star û Timesê yên li parêzgeha Missouriyê jî hat dîtin.

    Gotinên Hitler ên 1940î
    © Foto: Twitter
    Gotinên Hitler ên 1940î

    Li gorî nivîsa ku rasterast ji gotinên Hitler hatiye girtin, serokê Nazî wiha dibêje:

    "Divê sosyalîzm û nasyonalîzm ji nû ve werin nasandin û divê fikireke wiha de bigihêjin hev ku Almanyayê ji nû ve bikin bêhempa".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Trump: Em ê dewleta Kurdistanê bibînin
    Dalay Lama, di mijara Trump de ne bi endişe ye
    Serokê Koreya Bakur nameyek ji Trump re şand
    Sîsî: Bi ya min Trump wê hîn zêde bi mijarên herêmê re leqeder bibe
    Donald Trump û Serokwezîrê Iraqê Ebadî hevdîtin pêk anî
    Stoltenberg: Me li ser girîngiya NATOyê bi Trump re lihev kir
    Trump, namzedê xwe yê Dîrektoriya CIAyê eşkere kir
    Etîketan:
    Make America Great Again, Adlof Hitler, Donald Trump, Amerîka, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de