15:20 21 Çile 2018
Zindî
    Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martin Schulz

    Serokê PAyê Schulz dev ji wezîfeya xwe berdide

    © Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Parlamanetoya Ewropayê (PA) Martîn Schulz dev ji wezîfeya xwe ya Brûkselê berdide. Schulz li Almanyayê vê têkeve siyaseta aktîf.

    Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz ku di heman demê de endamê Partiya Demokrat a Civakî ye di demên dawî ji ber rexnekirina polîtîkayên Tirkiyeyê di serî de rastî bertekên Serokomar Recep Tayyip Erdogan û siyasetmedarên tirk hatibû. Li gorî zanyariyan Schulz careke din hev dibe namzedê Serokatiya Parlamentoya Ewropayê.

    EZ Ê TÊKEVIM SIYASETA AKTÎF

    Martîn Schulz li Brûkselê di civîna çapemenî de ragihand ku ez ê vegerim siyaseta Almanyayê û di hilbijartinên parlamentoya federal ên dawiya 2017an de bibim nazedê parlamentoyê yê partiya xwe.

    Ji aliyê din ve li gorî rojnameya Suddeutsche Zeitungê, Schulz di hilbijartinên parlamentoya federal de wê ji eyaleta Ren Vestfalyeya Bakur bibe namzede yekemîn ê partiya xwe.
    Herwiha navê Martîn Schulz ji bo Wezîrtiya Derve û Serokwezîrtiya Almanyayê jî derbas dibe.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bersiv da Schulz: "Tu kî yî?"
    Schulz: ‘Eger darvekirin ji nû ve were Tirkiyeyê hevdîtinên endamtiyê bidawî dibin'
    Serokê PEyê Schulz û Binali Yildirim civîna hevbeş lidar dixin
    Schulz: Divê hikûmeteke rasteqîn a YEyê bê damezirandin
    Schulz: "Pêvajoya serbestiya vîzeya Tirkiyeyê di rûyê Erdogan de sekinî"
    Etîketan:
    Schulz dev ji wezîfeya xwe berdide, Serokê Parlamentoya Ewropayê, Martîn Schulz, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de