15:38 23 Gulan 2018
    Qezaya trêna Hindistanê

    Bilançoya qezaya trena Hindistanê zêde dibe

    © REUTERS / Jitendra Prakash
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di qezaya trênê de ya ku li bakurê Hindistanê li parêzgeha Uttar Pradeşê ku ji ber derketina trênê ji rê rûdabû, hejmara qurbaniyan bû 115.

    Mufetişê bajarê Kapûrê Zekî Ehmed ragihand ku heta niha gihiştine termên 115 kesan û bêtirî 180 kesî jî birîndar bûne.

    ​Herwiya Ehmed diyar kir ku hîn sedema qezayê nehatiye zanîn û xebatên xelaskirinê berdewam dikin.

    "TEZMÎNAT DÊ WERE DAYÎN"

    Wezîrê Rêyên Hesinî Suresh Prabhu ferman da ta ku lêpirsîn bê kirin û tezmînat ji bo xizmên qurbaniyan werin dayîn.

    Qeza bi dema Hindistanê saet 03:10an li nêzîkî navçeya Patna —Indoreyê ya bajarê Kanpûrê pêk hatiye, piştî ku deh vagonên trênê ji rê derketin.

    ​Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek caran qezayên trênê çêdibin û par jî qezayek çêbûbû ku di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû 150 kes jî birîndar bûbûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trên ji rê derket: Herî kêm 90 mirî, 150 birîndar
    Trên ji rê derket: 53 mirî, 300 birîndar
    Li Amerîkayê trên li rawestgehê qelibî: 3 mirî û 100 birîndar
    Trên li wesayita rêwiya qelibî: 8 kesan jiyana xwe ji dest da
    Bahoza li Amerîkayê trên ji rê derxist
    Etîketan:
    trên, mirî, birîndar, Suresh Prabhu, Zekî Ehmed, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de