19:44 25 Gulan 2018
Fransa, Balafirgeha Nice

YEyê 'lîsteya reş' ji bo balafirgehan amade dike

© AFP 2018 / VALERY HACHE
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Ewropayê amadekariya dike ta ku "lîsteyeke reş" ji bo balafirgehên bergiriyên ewlekariyê pêk nayênin çêke.

Rêxistina Karsazên Balafirgehan a Ewropayê ACI konferans li dar xist û Komisyonerê Veguhestinê yê YEyê Violeta Bulc tê de ragihand ku YEyê nîqaşê dike ku firîna ji bo baafirgehên mercên lewkeariyê pêk nayêne qedexe bike.

Herwiha Bulc diyar kir ku piştî êrîşên Belçîka û Tirkiyeyê yên li balafiran hatibûn kirin, ewlekarî ket nav mijarên sereke yên Yekîtiya Ewropayê lewra ew nîqaşê dikin ku firîna ji û ji bo balafirgehên li derveyî Ewropayê yên ku bergiriyên ewlekariyê pêk nayênin qedexe bikin.

Violeta Bulc wiha got: "Em derfetên wê vedikolin. Hîn rewşeke şênber nehatiye pêkanîn. Lê em niha 'nîqaşan' bi aliyên pêwendîdar re dikin."

Ji aliyê din ve, pêşniyarên tên gotûbêjkirin dê firîn ji bo hemû balafirgehên mercên ewlekariyê pêk nayênin bê qedexekirin.

 

Bi heman mijarî:

Yekîtiya Ewropa bi mijara Tirkiyê dicive
Almanya: Divê Ewropa bi hevdu re bersivê bide
Erdogan: Ewropa mazûbaniyê ji terorê re dike
Ji Konseya Ewropa bo Tirkiyeyê hişyarî
King: "Rizgarkirina Mûsilê dibe Ewropa têxe talûkê"
Konseya Ewropa: "Dibe Tirkiye rêya xwe ji ya YEyê veqetîne"
Erdogan: "Heke Ewropa soza xwe bi cih neyîne em penaberan qebûl nakin"
Etîketan:
balafirgeh, firîn, qedexe, Violeta Bulc, Ewropa, Belçîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de