07:10 23 Çile 2018
Zindî
    Qezaya trênê - Arşîv

    Trên ji rê derket: Herî kêm 90 mirî, 150 birîndar

    © REUTERS/ ANI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bakurê Hîndistanê trêneke rêwiyan ji rê derket û di encamê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da,150 kes jî birîndar bûn.

    Li bakurê Hîndistanê li eyaleta Uttar-Pradeshê di navbera bajarên Patna û Îndoreyê de di saet 03.10 trêneke rêwiyan ji riya xwe derket. Hat ragihandin ku di encama qezayê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da,150 kes jî birîndar bûn.

    Heta niha jî nayê zanîn ku vagon çawa ji rê derketine lê Wezareta Ragihandin a Hîndistanê diyar kir ku wê li hemberî berpirsyaran gavên hişk biavêjin.

    Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî got "ew nikare xemgîniya xwe bi gotinan bîne ziman."

    ​Li Hîndistanê ji ber ku riyên trênan kêm in û xebatên nûjenkirinê ne zêde ne, di van demên dawiyê de gelek qezayên trênê diqewime.

    Bi heman mijarî:

    Trên ji rê derket: 53 mirî, 300 birîndar
    Li Amerîkayê trên li rawestgehê qelibî: 3 mirî û 100 birîndar
    Trên li wesayita rêwiya qelibî: 8 kesan jiyana xwe ji dest da
    Bahoza li Amerîkayê trên ji rê derxist
    Etîketan:
    qezaya trênê, ji rê derket, mirî, Serokwezîrê Hindistanê, Narendra Modi, Eyaleta Uttar-Pradeshê, Hîndistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de