08:59 28 Gulan 2018
Xwepêşandanên Kievê

Poroşenko ji bo çalakiyên Kievê 6 seetan îfade da dozgeriyê

© Sputnik / Andrey Stenin
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ji bo xwepêşandanên sala 2013 û 2014an yên Kievê 6 seetan îfade daye Serdozgeriya Ûkraynayê.

Li gorî nûçeya malpera hromadkske.ua ya ku li Ûkraynayê weşanê dike nûçeya xwe sparte çavkaniyekî Ofîsa Serdozgeriya Ûkraynayê û ragihand ku Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ji bo xwepêşandanên sala 2013 û 2014an yên li Kievê li hemberî hikûmetê di 18ê Mijdarê de 6 seetan îfade daye Serdozgeriya Ûkraynayê.

Malpera hromadkske.ua yê di nûçeya xwe de derheqê pers û bersivên ku Poroşenko dane de tu agahî belav nekirin.

Li Meydana Serxwebûn a paytextê Kieva Ûkraynayê di salên 2013 û 2014an de li hemberî Serokê Dewleta Ûkraynayê ye berê Vîktor Yanukovîç ji bo ku peymana hevkarî ya navbera Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê bipaş xist protestoyên berfireh hatibûn lidarxistin.

Di Sibata 2014an de ji ber şer û pevçûnên navbera çalakvan û hêzên ewlehî yên Ûkraynayê de nêzî 100 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî protestoyan, rêbebiriya welat bi awayekî nîqaşkirî guherîbû û li rojhilatê Ûkraynayê bû sebeba ku di navbera hêzên hikûmetê û milîsan de pevçûn destpê bike.

Bi heman mijarî:

Rojnamevanê mûxalif li Kievê hat kuştin
Kontrola Kievê serobino bû û Ukrayna li nav hev ket
NY:'Kiev, çavê xwe ji şkenceya sistematik re digire'
Poroşenko Trump vexwend Ûkraynayê
Poroşenko, Saakaşvîlî ji wezîfê stand
Etîketan:
Serokê Dewleta Ûkraynayê, Ofîsa Serdozgeriya Ûkraynayê, Xwepêşandanên Kievê, Vîktor Yanukovîç, Pyotr Poroşenko, Kiev, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de