15:44 23 Gulan 2018
    Yemen

    Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî

    © REUTERS / Khaled Abdullah
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Yemenê di navbera çekdarên husî û artêşê de şer derket û li gorî zanyariyên peşî leşker jî di nav de 38 kes hatin kuştin.

    Yemen piştî êrîşên hewayî
    © REUTERS / Khaled Abdullah
    Li Yemenê piştî ku hêzên alîgirên Mansûr Hadî xwestin bajarê Taîzê ku di bin kontrola çekdarên Hûsî de ye kontrol bike, şer rû da, di şer û pevçûnan de leşker jî di nav de herî kêm 38 kesî jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî husiyan, ji bo ku moşek li cihê bazarê ketiye herî kêm 40 sivîlî jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di şer de ku li dora bajarê Taîzê li başûr rojavayê welêt dewam dike û ji hêzên hikûmetê yên girêdayî Serokdewlet Mansûr Hadî herî kêm 14 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên artêşê jî dibêjin 24 çekdarên husî hatine kuştin.

    Wekî din sabanews.net a husiyan ragihand ku yekîneyên alîgirên hikûmetê taxên rojhilatê bajêr topbaran kirine û ji ber moşek li cihê bazarekê ketiye jî 40 kesî jiyana xwe ji dest dane.

    Herwiha Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ku li herêmê xebatan dike ragihand ku di şer de cenazeyên 21 kesî û 76 birîndar birine nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê pevçûn: 44 kuştî
    Li Yemenê agirbesta ji bo 72 saetan destpê kir
    Li Yemenê 72 saet agirbest!
    Brîtanya û DYA bo Yemenê banga agirbestê kirin
    Sedema êrîşa Erebîstan Siûdî ya li Yemenê 'agahiyên şaş in'
    Etîketan:
    38 kuştî û bi 10an birîndar, Çekdarên husî, Artêşa Yemenê, Abd Rabbu Mansur El Hadî, Taîz, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de