01:58 21 Çile 2018
Zindî
    John Kirby

    Amerîka ji bo herêmên ji DAIŞê hatine girtin: Biryar ya Ebadî ye

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku di nîqaşa navbera Bexda û Hewlêrê de ya ji bo ku hêzên Pêşmerge li wan herêmên ji DAIŞê hatine girtin bimîne an nemîne, biryara dawîin ya Serokwezîrê Iarqê Ebadî ye.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby di civ3ina xwe rojane de di derbarê rageşiya navbera rêveberiya Iraqê û Herêma Kurdistanê de axivî û got,"Ji bo me ya girîng ew e ku bial Mûsil ji DAIŞê were rizgarkirin.Ji bo me ya girîng ew e ku têkoşîna di bin kontrol rêveberiya navendî û Serokwezîr Heyder Ebadî de be û gotina dawîn a di derbarê têkoşînê de û biryara rêxistinkirina hêzên li wir ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê û Ebadî ve were dayîn."

    Kirby parast ku di navbera Bexda û Hewlêrê de peywendiyeke nêzîk heye û wiha axivî, "Biryarên wisa divê di navbera wan de were girtin. Rola me piştgirîdayîna hewldanên Serokwezîr Ebadî ye. Em vê jî bi awayê leşkerî, perwerdehî û şêwirmendî pêk tînin û wê wisa berdewam bike."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyandibû ku wan ji bo herêmên ku ji DAIŞê tên girtin di bin kontrola Pêşmerge de bimînin, bi Amerîkayê re lihev kirine. Serokwezîrê Iraqê Ebadî jî diyar kiribû ku daxuyaniyên Barzanî rastiyê nîşan nadin û di daxuyaniya ofîsa wî de jî hatibû gotin ku li gorî peymanê piştî ku Mûsil ji DAIŞê were rizgarkirin Pêşmerge wê vegerin pozîsyona xwe ya berê.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Gotara Barzanî şaş hatiye wergerandin
    Ebadî bersiva Barzanî da: Pêşmerge dê vekişin
    Nivîskarê ereb: Plana Barzanî ragihandina dewletê û parçekirina Iraqê ye
    Barzanî: Em û Bexdayê li hev bikin, pêdivî bi referandûmê namîne
    Etîketan:
    herêmên ji DAIŞê hatine girtin, biryar, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, daiş, Serokwezîrê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, John Kirby, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de