11:53 27 Nîsan 2018
    ABD Başkanı Barack Obama- Almanya Başbakanı Angela Merkel

    Obama: Rûsya hêzeke leşkerî ya super e

    © REUTERS / Nigel Treblin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Amerîkayê Barack Obama Rûsya wek ‘hêza leşkerî ya super' binav kir û got ew li herêmê û tevahiyê cîhanê xwedî bandor e.

    Obama bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re civîneke hevpra a çapemeniyê lidarxist û got, "Rûsya, welatekî girîng e, hêzeke leşkerî ya super e. Li herêmê û tevahiyê cîhanê xwedî bandor e." Obama anî ziman ku Amerîka ji bo çareserkirina pirsgirêkên esas ên li cîhanê dixwaze bi Rûsyayê re bixebite.

    Barak Obama
    © REUTERS / Jonathan Ernst
    ‘EM BI RÛSYAYÊ RE BIXEBITIN, EM Ê SÛDÊ JÊ WERBIGIRIN'

    Ji aliyê din ve Obama anî ziman ku ew hêvî dike ku Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump ‘li hemberî Rûsyayê wê tîk bisekine' û ev tişt gotin, "Hêviya mine w e ku serokê bijartî wê nêzîkatiyeke erênî bişopîne û hêvî dikim ku di xalên li gorî nirx û berjewendiyên me ne de wê qadên hevkariyê bi Rûsyayê re bibîne." Serokê Amerîkayê got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê, em Rûsyayê re bixebitin, em ê sûdê jê werbigirin."

     

    Etîketan:
    hêzeke leşkerî ya super, Serokwezîra Almanyayê, Serokê 45emîn ê Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Angela Merkel, Barack Obama, Rûsya, Almanya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de