12:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafirxaneya Navneteweyî ya O'Hare, Chicago

    Li Amerîkayê li balafirxaneyê êrîş: Kesek birîndar bû

    © AFP 2017/ Mira Oberman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Polîsê Oklahomayê piştî ku li Balfirxaneya Will Rogers ya wî bajarî êrîşa çekdarî pêk hat ji kesên li wê derdorê xwest ku ji cihên biewle dernekevin.

    Li Amerîkayê li bajarê Oklahoma City yê girêdayî eyaleta Oklahomayê li Balfrixaneya Will Roger êrîşeke çekdarî pêk hat û di êrîşê de herî kêm kesek birîndar bû. Hêzên ewlehiyê çûn û hatina herêmê qedexe kir.

    Berdevkê polîs di derbarê rewşa êrîşkar de tu agahî neda û got, "Em ji her kesî dixwazin ku ji derdora balafirxaneyê dûr bisekinin." Hat dest nîşan kirin ku ji ber bûyerê firînên balafiran jî hat rawestandin.

    ​Koco News a li Oklahoma Cityê weşanê dike, diyar ku polîsa li êrîşkar digere. Hat ragihandin ku tîmên îmhakirina bombeyê jî bi wî aliyê ve hatin şandin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de