21:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Barack Obama ve Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksis Çipras

    Çipras: Hatina Trump wê bandorê li ser têkiliyên me neke

    © REUTERS/ Aris Messinis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokwezîrê Yûnîstanê Aleksis Çipras ê ku îro li Yûnanîstanê di çarçoveya serdana Serokê Amerîkayê Barack Obama de bi Obama re civiya, got ez nafikirim ku piştî hilbijartina serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump wê di têkiliyên her du welatan de guhertinek çêbibe.

    Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksis Çipras îro li Atîna ya paytexta Yûnanîstanê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re civiya û paşê jî daxuyaniyeke çapemeniyê daç Çipras di daxuyaniya xwe de got ez nafikirim ku piştî Donald Trump dest bi peywira xwe bike, di têkiliyên Amerîka û Yûnanîstanê de cudahiyên mezin peyda bibin.

    'POLÎTÎKAYA DERVE YA AMERÎKAYÊ BIGUHERE JÎ…'

    Çipras wiha dewam kir: "Her çi qas yekî ku bixwaze di polîtîkaya derve ya Amerîkayê de guhertinên girîng pêk bîne jî, Yûnanîstan wê ji hevkariya xwe ya li gel Amerîkayê sûdên mezin werbigire. Ji ber vê yekê jî ez nafikirim k udi têkiliyên her du welatan de guherînên girîng pêk werin."

    Serokê Amerîkayê Barack Obama di çarçoveya serdanên xwe yên fermî yên dawiyê de pêşiyê ji b odu rojan li Yûnanîstanê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Obama bersiva pirsên rojnamegeran da
    Obama, wê ji Çipras daxwaza ku baregehên xwe ji keştiyên rûsî re bigirin bike
    Pûtîn bi serokê nû yê Amerîkayê Trump re hevdîtin pêk anî
    Trump ji bo şerê li Sûriyeyê bidawî bike dê piştgirî bide helwesta Rûsyayê
    Etîketan:
    nekirin, bandor, têkilî, Serokê nû yê Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Serokwezîrê Yûnanîstanê, Donald Trump, Barack Obama, Aleksis Çipras, Amerîka, Atîna, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de