08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Polêsê Almanyayê

    Li Almanyayê li 10 eyaletan operasyona binçavkirina selefiyan

    © AP Photo/ Jens Meyer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezareta Navxweyî ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 10 eyaletan li hemberî îslamciyên radîkal operasyona binçavkirinê hat lidarxistin.

    Li eyaleta Hessen, Ren Vestfalya Bakur, Saksonya Jêr, Bavyera, Schleswig-Holstein, Baden-Württemberg, Rheinland-Pfalz, Berlin û Hamburgê ji 200î zêdetir mal û kargehî operasyon hat kirin û ji bo îbadetxaneyên Württemberg û Hamburgê destûra lêgerînê hat derxistin.

    Ji aliyê din ve piştî operasyonê komeleya bi navê ‘Dînê Rast' ku selefiyan fealiyet lê dikir hat girtin. Herwiha li ser navê komeleyê fealiyet, Quran belav kirin û bi kanala înternetê propanga kirin jî hat qedexekirin.

    Li gorî nûçeya DW Tirkî, armanca operasyonê ev e ku grûba li ser navê komeleyê fealiyetê dike mal û xeyrîmenkulên wan were desteserkirin û derheqê wan de delîl werin komkirin.

    DIBE DE MAIZIERE CIVÎNA ÇAPEMENÎ LIDAR BIXE

    Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas De Maiziere di seetên nîvro de derbarê operasyonê de civîneke çapemenî lidar bixe.

    Ebû Walaa ku li Almanyayê wekî serokê îdeolojîk ê selefiyan tê naskirin hefteyek berê hatibû binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Efxanîstanê li dijî Balyozxaneya Almanyayê êrîş: Mirî û birîndar hene
    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê wê serdana Tirkiyeyê bike
    Parlamentoya Almanyayê wê ji bo geşedanên li Tirkiyeyê bicive
    Serokomarê Almanyayê Gauck bi Can Dundar re hevdîtin pêk anît
    Tirkiye wê li pêş Parlamentoya Almanyayê were protesto kirin
    Serlêdana îltîcayê ji Tirkiyeyê bo Almanyayê 2 kat zêde bûn
    Etîketan:
    Li hemberî selefiyan operasyona binçavkirinê, serokê îdeolojîk ê selefiyan, Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê, Thomas De Maiziere, Ebû Walaa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de