14:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Dozgerê UCMê: Di derbarê DYA de delîlên sûcê şer hene

    © Foto: East News/ UPI Photo / eyevine
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) Fatou Bensouda daxuyand ku leşkerên Amerîkayî û CIAyê l Efxanîstanê sûcê şer kirine û di derbarê wan de delîl hene.

    Bensouda di raporta xwe ya salane de cih da faaliyetên Amerîka yên li Efxanîstanê û tê de got, "Zanyariyên hatine bidestxistin ji bo ku em pêbawer bikin ku Hêzên Çekdar ên Amerîka û endamên CIAyê di dema lêpirsîna girtiyan de çalakiyên wekî îşkence, miameleya xerab, êrişkirina rûmeta mirov û destdirêjiyê, ku sûcê şer tên qebûl kirin, pêk anîne."

    Avahiya CIA
    © REUTERS/ Larry Downing
    ‘NE ŞEXSÎ NE, ENCAMA TEKNÎKENÊN PEJIRANDÎ NE'

    Di raportê de hat dest nîşan kirin ku sûcên şer ên Amerîkayê gihiştiye navendên desteserkirinê yên li Ewropaya Rojhilat û hat diyar kirin ku tiştên qewmîne ne ‘bûyerên şexsî' ne, encama tekînekên lêpirsînê yên pejirandî ne.

    Dozgerê UCMê di derbarê sûcên şer ên Amerîkayê de ji bo destpêkirina lêpirsîneke berfireh tu nirxandin nekir. Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo Sputnikê axivî û got Moskova di derbarê îdiayan de wê bi kêfxweşî pêşwaziya destpêkirina lêkolînê bike.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Amerîkayî: Ji %10ê Efxanîstanê di bin kontrola Tallîban de ye
    Serokê CIAyê li hemberî pêşnûmaya 11ê Îlonê derket
    Dîmenên sixûrên CIAyê yên li Moskovayê hatin weşandin
    Dîrektorê CIAyê yê berê dev ji xeyala sûîqesta Snowden bernedaye
    Etîketan:
    delîl, sûcê şer, CIA, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Dozgerê UCMê, Fatou Bensouda, Efxanîstan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de